2. Wî de mala min
Wî de mala min
Mala bavê min mala mêran e eywax
De here mala min hê hê...
Lê mala min mala mêran e
De konê mala bavê min rebena Xwedê konê mala mêran e
De here çawa bi destê Bavê Lalo girtin xistin kelebçê
Berê wî dane hepisxana bajarê Qersê, digo, yallah lo Kurdo!
De herê çawa berê zarok û zêçên wî dane guhê van gundan e de oy oy..
De mala bavê min mala mêran e
De herê malan min hê hê...
Wî de mala min, mala min, mala min…
Mala bavê min mala mêran e ha wa wey lo...
Û çadira Bavê Lalo danî li ber çema
Xeybetê berxê mala Emer Begê vê sibekê danî li ber çema
Were vê sibekê naziman û qomandarê qolordiya Dîyarbekir
hatî kon û kozikê xwe danî cem me
Belê w ez ê nakevime ber kûştin û girtina Bavê Lalo, suwarê Kovê
W ez ê ketime ber heyfa wê heyfê
De herê çawa destê wî xistin darê kelebçê, berê wî dane hapisxana bajarê Erziromê
De herê çawa berê zarok û zêçên wî dane nav Ecem e oy oy...
Mala bavê min mala mêran e ha wa wey lo...
De herê mala min mala min mala min
Mala bavê min mala mêran e ha wa wey lo...
Û çadira Bavê Lalo danî li ser latê
Belê îro sê roj e alaya Sêrtê tevî mufreza cendirme tabûra eskerê vê Xelatê
Belê digerîne li Bavê Lalo, suwarê Kovê li vê dews û li vê rêç û li vê deşt û taqîbatê
Wele w ez ê nakevime ber girtina û kuştina Bavê Lalo, w ez ê dikevime ber heyra vê heyrê û axalerkê me ser re dibêjin çawa tu bûye firar û mehkûm û qaçaxê hikûmatê
Hoh oy de hoy oy...
Mala bavê min mala mêran e ha wa wey lo...
|