Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nazim tolhildan

profîla "nazim tolhildan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [elewiti & êzdîtî] de;

2. elewîtî û êzîdîtî têgîhên olî ne. ji ber ku herdu gelan ji aliyê ola xwe ve zilm dîtinê, bi çar lepan ve olên xwe xwedî derdikevin. olên xwe wek nasnameya xwe qebûl dikin. ev jixwe pirsgirêkeke civaknasî ye. ger tu zengîbûna yekî qebûl nekî, ewê zengîtiya xwe xwedî derkeve, ger tu elewîtiya yekî qebûl nekî ewê elewîtiya xwe xwedî derkeve, ger tû ezîdîtiya yekî qebûl nekî ewê ezîdîtiya xwe xwedî derkeve û ger tu kurdbûna yekî qebûl nekî ewê kurdbûna xwe xwedî derkeve. yanê rewşeke pir asayî ye. lê ev rewş carinan digihîne asteke nexweşiyê. yanê mirov carinan aliyê xwe ê zilm dîtiye wisa xwedî derdikeve ku nasnameyên xwe yên din ji bîr dike. wek ji aliyê elewî û ezîdiyan ve ji bîr kirina kurdbûna xwe.



gelek hevalên min ên elewî hene. dema ku ji min dipirsin "tu ji kîjan neteweyî yî". ez dibêjim ez kurd im. lê dema ku heman pirsê ez dipirsim, dibêjin "em elewî ne". îja hêrs dibim û dibêjim "kuro malava ez ola te napirsim, neteweya te dipirsim". lê dîsa dibêjin "em elewî ne". yanê elewîtiya xwe wek nasnameya xwe a bingehîn û ne tenê wek olekî, wek neteweya xwe jî dibînin. di vê rewşê de helbet kurdbûna wan ê paş de bimîne. yanê dawiya dawîn ji bo elewî ezîdiyan, elewîtî û ezîdîtî ji kurdbûnê girîngtirê.



23.06.2015 10:05 | nazim tolhildan