Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nazim tolhildan

profîla "nazim tolhildan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rîçala bacanê reş] de;

14. Here lînkê



29.09.2016 11:56 | nazim tolhildan

11. rîçala ku êdî divê bi avayekî hebûna wê û xweşbûna tehma wê îspat bikim e.



05.02.2016 10:44 | nazim tolhildan

6. xwarina ku xwezî min bikariba bi avayekî ji nivîskarên tirşikê re bişanda, cem min 3 merkane rîçalên ku dayika min ji min re çêkiribû hebû, lê mixabin xelas bûn. wekî din, ji ber ku kêm tê çêkirin, dîtina wê jî zor e. yanê nayê firotin, encax her kes ji xwe re çê dike.



çêkirina wê: dayika min, li bexçeya malê li ser kuçik çê dike. di sêrî şevekê pêşde qalikê bacanên reş tê spî kirin. heya sibê di nav avê de tê rawestin. sibetirê bi çetelan ve qulqulkî dikin ku şerbetê baş bikşîne. paşê li ser kuçik, di nav beroşê de, di nav ava bi şekir (şerbet) de tê kelandin. dema ku tê kelandin çend perçe lîmon jî tê avêtin. ji ber ku bacnên reş belav nebe biharatekê tev dikin lê navê wê nayê bîra min. paşê bi şerbetê ve tev, dixin merkaneyan. noşî can be...



12.12.2015 10:40 | nazim tolhildan

1. cûreyeke rîçalê ye. ji aliyê gelek deveran û gelek kesan ve nayê zanîn. heta weke ku ez dizanim li îdirê tenê tê çêkirin. ger hebe sibe, nîvro û şev yanê her dem dikarim bixwim. di tê de tehma fêkiyên tropîkal ên amazonê, tehma baharatên tûj yêm başûrê amerîkayê û tehma xwarinên mistîk ên rojhilata dûr heye*



10.12.2015 13:31 | nazim tolhildan