Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nazim tolhildan

profîla "nazim tolhildan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [endazer] de;

217. nivîskarê ku her çiqas pir kêm be jî, carinan peyamên xweş dinivîse. hez nakim çepikan bidim, lê nalet li şeytên be nikarim xwe bigrim*



28.10.2016 14:47 | nazim tolhildan

182. di mijara dorpêça li ser cizîrê de peyameke wisa nivîsandiye ku ez behitîm. meger ku di hundirê wî de mîlîtanek heye, tu yê bejî qey che quevara ye. bnr: /75206



12.09.2015 15:28 | nazim tolhildan

181. nivîskarê ku di tirşikê de herî zêde, dema ku tinazan li min dike kêfxeş dibe. baş e, ji ber ku mirov kê hez bike herî zêde tinazan li wî dike*



10.09.2015 13:45 | nazim tolhildan

145. nivîskarê min hêvî dikir ku li hember heqeretan piştgiriya min bigre. bi avayeke sivik heqeretan re fikrên xwe diyar kir lê mixabin dîsa bi hestên xwe ve hereket kir û ji ber ku fikrên me ne wek hev in, di aliyê îdeolojiyan de, di aliyê kurmancî de rexne li min kir. heçku mijar ne ew bûn. mesele heqeret bûn.



05.04.2015 20:50 | nazim tolhildan

132. nivîskarê ku geh tirşikê diterikînê û diçe, geh ya xwe dixwe û dîsa tê ye. êdî em bi navên cûda ve nivîsandina wî jî, cûyîna wî jî, hatina wî jî aciz bûn, xêncî wê serê me jî gêj bû. kul û derdê wî çî ye, çi dixwaze, çima qûna wî radibe qet fêhm nakim. ji ber ku di tirşikê de nivîskarê herî zêde tê hez kirin û qedrê wî tê girtin ew xwe ye. ger piçek xîreta wî hebe, ji kerema xwe re êdî bila neyê.



17.01.2015 19:23 | nazim tolhildan

108. Mirovê ku dema min wêneya avatara wi dît, min got qey popstar e*



03.09.2014 00:27 | nazim tolhildan

99. mirovê ku bila bizanibe ku bi çar destan ve qûna însaniyetîyê girtin, di pratîkê de aliyê zilmkaran girtin e.



10.06.2014 13:20 | nazim tolhildan

90. mirovê ku, ji bo pkkê reş bike bi mûkêşê ve bûyerên kevn û rastîtîya wan meçhûl tîne rojevê ye. (bnr:/40053). tu çi bikî bike, bi mîza te û yên weke te û mehmet metiner va behr naherime. li ser de mûkêş ne ji bo siyasetê ye, mûkeş tişta ku jin bi pê ve mû yên xwe kaş bikin e.



23.05.2014 10:01 | nazim tolhildan

80. nivîskarê ku eger ji min re li ber maseya raqîyê hevaltîyê bike û du qedeh vexwe, ezê jî ji wî re biçim nimêja înîyê*



24.04.2014 03:50 | nazim tolhildan

76. nivîskar û moderatorê tirşikê ye. geh hevraz diçe, geh berjêr diçe û hema ji min re alerjî dibe. di dawîyê de, di mijara peşmerge neynika barzanî ye gerîla neynika Öcalan e ya min vekir de hê payama min fêhmnekirî ji bo min tiştana nivîsî. kuro ca dîsa bixwîne û binêre ka min çi got. min tu heqeretî an jî rexne ti kesî, ne Öcalan ne jî barzanî nekir. min bi qewlê tirkan ve "önerme" kir. eger fikra min meraq dikî, bêjim: gerîla jî pêşmerge jî li ser serê min e. û dîsa bêjim: weke te jî got, ez çawa neynika bavê xwe me, ewna jî neynikê serokê xwe ne. û dîsa dubare bikim, ev yeka "önerme"yeke bi gelemperî ye. yanî bêgûman di nav de mînakên nebaş jî weke jîtem an jî pêşmergeyê bênamûs yê li ser xendeq sîlle avête mêrik jî hene.



16.04.2014 09:01 | nazim tolhildan

71. nivîskarê ku di hilbijartina herêmî de dengê xwe daye bdpê ye. peyama xwe de diyar kirîye ku, di şertê îroyîn de, careke din dengê xwe nade bdpê. bi qewlê simurg56 ve:

(bnr: sen gelme ulan ayı)



01.04.2014 00:02 | nazim tolhildan

66. nivîskarê ku dibêje "tirşik cîhê siyasetê ye" û bi vê gotina xwe ve kenê mirîyên goristanê tîne*



23.02.2014 14:56 | nazim tolhildan

59. nivîskarê ku ez dixwazim çend heb pirsan lê bipirsim û hin şîroveyan bikim e. ger bersiva min bide, li ser navê dinyayê û mirovahîyê ezê bextîyar bim:



xuyaye ku miroveke vala nîne û zanaye. bi sêrî de, ez carinan ji xwe re dipirsim, dema ku mirov rexneyan bike, divê şêwaz a wî çawa be. gelo rexnegir zimanê xwe tûj bike yê çêtir be an şêrîn bike yê çêtir be? bêguman dive carinan tûj be, carinan jî şêrîn be. lê, li gorî min, divê kurd derheqa kurdîtîyê de bi hev re zimanê şêrîn ve rexneyan bikin ku muxatabê rexneyan xwe serast bike. bi tirkî dibêjin "tatlı dil yılanı deliğinden çıkarır". mixabin, parvebûn tişteke pir hêsan e. lê yekitî û hevgirtin tişteke pir zore. Parvebûn çirkekê de pêk tê, lê yekitî bi salan va peyda nabe. divê em li hemberî hev bi zimanê tûj ve parve nebin. wekî mînak: kes macbûr nîne ku fikrê Abdullah Öcalan biparêze û dikare bi rihetî dijberîya xwe bîne ziman. lê, parastina gû xwarina Abdullah Öcalan çî ye? gelo mirov nikare ku şaşîyên Öcalan hin peyvên din ve eşkere bike? ger kekê endazer sedemên tûjbûna zimanê xwe ji me re dîyar bike, dibe ku emê jî heq bidin û wek wî bifikirin.



xêncî wê; di nav kurdan de her celebî mirov hene. yên misilman hene, yên xwedênenas hene, yên elewî hene, yên şafî hene, yÊN KOMUNÎST HENE Û HWD. EV MİROVANA HER ÇİQAS CELEB CELEBÎ BİN JÎ, Dİ DAWÎYÊ DE HAMÛ KURD İN. NİHA DİVÊ EM Çİ BİKİN? HER KES Lİ RÊ YA XWE YA TAYBET DE BİÇE Û PARVE BİN? ANGO MİSİLMAN RÊ YA XWE DE, XWEDÊNENAS RÊ YA XWE DE, ELEWÎ, KOMUNÎST, ŞAFÎ HEMÛ RÊ YÊN XWE YÊN CÛDA DE BİÇİN AN NA? Lİ GORÎ MİN, DİVÊ EM Bİ SÊRÎ DE KURD Û KURDÎTÎYÊ, Bİ TAYBETÎ JÎ MAFÊN HEMÛ KESAN BİPARÊZİN. GELO KEKÊ ENDAZER JÎ WEK MİN DİFİKİRE AN NA? WEK KESÊN MAFÊN HEMÛ MİSİLMANAN DİPARÊZİN, EW JÎ MAFÊN XWEDÊNENASAN, ELEWÎYAN, KOMUNÎSTAN DİPARÊZE? GER MÎNA MİN BİFİKİRE Lİ SER ÇAVÊN MİN, LÊ MÎNA MİN NEFİKİRE DÎSA Lİ SER ÇAVÊN MİN. BİLA ZİMANÊ WÎ Lİ HEMBERİ KURDAN XWEŞ BE, KESÎ RENCÎDE NEKE BESE. KES NİKARE Bİ ZORÊ FİKRÊN YEKÎ DİN BİGUHARÎNE. EV YEKA Jİ XWE TİŞTEKE ŞAŞE JÎ. EM NE DİJMİNÊ HEV İN. FİKRÊN ME WEK HEV NEBE JÎ, Dİ DAWÎYÊ DE EM Dİ BİN ZORDARÎYA DEWLETê de dimînin.



di dawîyê de; ger ez şaş bim bila min rast ke, li gorî dîtina min dewletê zêdetir pkk'ê û Abdullah Öcalan rexne dike. ez nabêjim rexneyên xwe de neheq e. lê keke endazer, qet gunehê dizek tuneye. bila wek pkk û Abdullah Öcalan rexne dike, dewletê jî rexne bike ew jî tişteke. lê wek gotina wî xwe, kar û barê wî reşşikkirina pkk û Abdullah Öcalan e. ez carinan dikevim şikê û dibêjim ku gelo endazer ajanê mossad'ê ye*. di vê mijarê de jî fikrên xwe ji me re kifş bike emê kêfxweş bin.



15.02.2014 18:06 | nazim tolhildan

57. nivîskarê di dinyayeke din de dibe ku em bibûna birayên hev, lê ne di vê dinyê de



13.02.2014 11:12 | nazim tolhildan

49. nivîskarê ku li her derê sempatîzan nebûna xwe a pkk'ê eşkere dike ye.



31.01.2014 05:04 | nazim tolhildan