Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nazim tolhildan

profîla "nazim tolhildan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [însan bi çi dijî] de;

4. navê çîrokeke kurt a tolstoy e. tolstoy di vê çîrokê de 3 heb pirsan dipirse.

1-di însan de çi heye?

2-di însan de çi tuneye?

3-însan bi çi dijî?

li gor çîrokê, bersivên van pirsan wiha ye:

1-di însan de "hez"* heye.

2-di însan de behre ya dîtina pêşerojê tuneye, ango mirov pêşaroja xwe nizane, ji ber wê nizane ku çi yê jê re lazim be.

3-însan bi hez ve dijî. bê hez mirov nikare bijî.

dûv van xalan re, tolstoy tespîta xwe a herî girîng dike û dibêje "hez xwedê ye". xwedê bihgeha hemû hestan e û bi vî avayî bingeha hebûnê ye.



12.12.2014 12:06 | nazim tolhildan