Tirşik - Profîl
tirşik-profîla memê

profîla "memê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hükümet kadın] de;

3. Nivîsek li ser sînemaya polîtîk û Kurdan û pergalê....



ARMANC: SÎNEMAYA KU HUKİM NAKE - M.Hadi Sümer Gundem/ 26.11.2013

Werger : Beroj Mukriyanî





Nûçeya Metin Arslan ya bi navê ''Kandilwood'' ku ji rojnameya Birgünê derketibû û beriya niha bi çend rojan di gelek rojnameyan de cihê xwe girtibû balkêş e! îddîaya nûçeyê ku wê PKK fîlman bikşîne û bi wan fîlman jî beşdarî mîhrîcanan bibe. Wekî hemû nûçeyên ku bi heman şêweyê têne amadekirin di vê nûçeyê de jî tu çavkanî nîşan nedabûn, lewra derdê wî ku ''pîvan û rêzanekê'' dayne pêşiya sînemaya Kurdî û wê bike hedef.



Di sala 2012an de du sînemagerên Kurd (Mizgin Müjde Arslan û Özay Şahin) ji ber xebatên kişandina belgefîlmekê ku hin dîmen ji qempa Maxmûrê jî girtibûn, di çerçoveya KCKê de derketibûn ber dozger, piştyî bertekên giran, heya ku dozger bi xwe li fîlmê temaşe kiribû û ''îkna bûbû'' ew serbest berda bûn. Niha piştî vê nûçeyê wê kîjan dozger li kîjan fîlman temaşe bikin, wê ji bo kîjanan îkna bibin ku ne fîlmê propagandayê ne, û wê kîjana bi tewanbariya propagandayê ceze bikin, em meraq dikin.

Dîsa di quncika me ya vêderê de, bi nivîsa Rojava û Antalya me bala we kişandibû ser Sînemageriya Kurdistanê ku gihaştiye kîjan qonaxê. Me behsa zêdebûna sînemagerên Kurd û pê re jî di warê hêjayî û kemiyetê de zêdebûna fîlmên Kurdî û herwiha jî ku ji hemû mîhrîcanan jî bi xelat vedigerin, kiribû.

Lewra çîrokên Kurdan yên ku vebêjin curbicur in. Zimanekî nû û pêşvebirinek estetîkî ji xwe re kirine derd, rê û rêbazek sînemaya wisa dane ber xwe ku nabin ji yên ku daxil bûne, dibin ji yên ku jê dipirsin, û nîqaş dikin. Ji ber vê rewşa nû û pergala ku di rêzefîlmên telewîzyonan de Kurdan wek terorîst, tecawizkar û tiryakfiroş nîşan didin wê sînemagerê Kurd ku xwe tîne ziman bi van nûçeyan îlegalîze bike û kes jî li çêkirina van nûçeyan şaş namîne. Sînemagerên ku komkujiyan, kuştinên di bin destê dewletê, kuştinên kiryar nediyar, goristanên komî, qedexekirina zimanê zikmakî di fîlmên xwe de cih didinê, û wê fikra ku pergalê li ser wan ferz kiriye ji ser xwe davêjin û rastî û heqîqetê nîşan didin dibin hedef, ji ber ku evan tiştan ne tiştinî nû ne, em lê şaş namînin.

Lê belê ji aliyê dinê ve jî fîlmên ku Kurdan ji pîvana civakê dûr û dereng nîşan didin ên wek mînak ''Hikumet Kadın'' jî bi îtinayek mezin derdixin hêwanên sînemayan. Senaryoya ''Hükümet Kadın'' a kufnikî ku wek Sînemaya Yeşîlçamê Kurdan ''bêçand'' nîşan dide wek tiştekî nû tê pejirandin, le belê sekna sînemagerên Kurd ya nû li ber çavên wan dibe 'terorîst'. Çêkeriya fîlmê bi navê Hükümet Kadın ya BKMê ye(bi kurtasî em dikarin bêjin ya Yılmaz Erdoğan jî ye). Lê belê di erefa hilbijartinên herêmî de, fîlmekî ku di hilbijartinan de rola sereke ya baş de namzedekî Partiya Demokrat hebe, û di rola xerab de jî ya namzedê Partiya Komarê hebe, û ji bo ku bi serkeve jî bi yekî dema ku di sînor re mal derbas dike lê di nava mayînan de mayî dikeve tifaqekê (Bi baweriya min bi vê rolê jî em dizanin behsa kê dikin ne pêwîste em bi nav bikin), pir aşkere nîşanî me dide ku çêkerê wê jî kî ye.

Film bi temamê kodan, têgihînek ku kirasê kevneşopî û hovîtiyan li Kurdan dike diafirîne û bikar tîne: Divê jina Kurd dilsaf be, lê nezan be! Divê rola sereke, ji ber ku Kurd guh nadin(!) perwerdehiyê, ji bo em tirkî hîn bibin têkoşînekê bide. Û ji her tiştî girîngtir, ligel hemû paşdehiştinan, kurd tenê wek hêmanek pêkenînê dikare cihê xwe bigre. Wê armanca ku Levent Kırca bi salan parodiyên gunditiya Kurdan ji xwe re kiribû amûrekî tînazê, vê carê dewrî Sermiyan Midyat bûye. Lê belê îfadeya herî zelal a derbarê fîlmê de Wezîrê Karên Hundir Muamer Guler, di gala ya mêrdînê ya Hukumet Kadinê de, li ser peyamên ku fîlm dide bi kurtasî axivû û gotibû : ''Ya ku hikumeta me jî dixwest bikira ev bû''

Ji hikumetê ''hukumet Kadıne''ek tescîlkirî û teqdîrkirî! Wisa xuyaye Sînemagarên Kurd yên ku armanca hikumetan ji xwe re nakin armanc, bi nûçeyên derewîn dê bibin hedef, lê dîsa jî wê dest ji vegotina jinên azadbûyî û azadkar ku hukim nakin jî dûr nemînin.



*Akademiya Sînema ya Rohilatanavîn.



27.11.2013 21:53 | memê