Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ervah.azad

profîla "ervah.azad"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [biyanî] de;

10. pirtûkê ku xwedî felsefekî fonksiyonel e.



bi min re ramanekî wusa çêbûye ku heke yekî/ê vê pirtûkê bixwîne û îlhamê ji vê bigre, êdî fobî ya sosyal jê re heram e. lewra, pirtûk bi awayekî efsûnî nîşan dide ku ji ber mirin heye jiyan fenomenekî absûrt e; em ê tew rojekî bimirin û ne xem e ku ev roj îroj be an jî siba. bi vê maneda, dema ku yekî/ê li civînekî de axaftinekî giring (wek ya teslîm kirina tezê zanîngehan) pêşkeş bike û vêgavê vê felsefeyê absûrtî ya jiyanê bêne bîra xwe, bibêjê "heylo, dibe ku tu yê çendek şûnde bimirî, çi giringîya wan kesên ku te temaşe dikin heye ka bi dilêkî rihet xwe îfade bike" wêca wî/wê peyivînekî serketî derpêş bike.



ev ê jî fantazîyekî min ê bikêr e ku bestê xwe ji vê pirtûkê digre.



27.05.2014 23:29 | ervah.azad