Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ervah.azad

profîla "ervah.azad"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [agirî] de;

18. bajarê ku bûye şahidê biratîya hilbijêren.



bi qasê ku min bi nasên xwe yên ku li agirî de dijin bihîstin; hilbijartin hinek jî bi xêra kesên ku ji derveyî agirî de rudinen lê ji bo dengdana bdp ê hatine agirî û bûne beşdarê hilbijartina, hatîye qezenc kirin. bi çi awayê bibe ne xêma me ye, axirê, em pir keyfxweş in.



(bnr: hilbijêrên hemû kurdistanê bi yek bin nd/nt)



01.06.2014 23:47 | ervah.azad

2. ew bajarê serhedê ye ku derbarê navê wê de hin muxalefet hene.



hinekan dibejin ku ji ber çiyayê agirî çiyayek volkanîk bû û lewra jî her dem agir ser de bû, navê çiya bûyê "agirî". ya wiha, bajar jî wê navê xwe bi vê daxê agirî girtîye. teorîya alternatîf ya li alîya sevan nişanyan hatîye peşnîyar kirin jî ev e ku berê li agirî gundek ermenî ya bi navê "axura" hebû. îcar, navê gundê axura henek hatîye guhertîn û êdî ji bo navê bajarê jî hatîye bikaranîn.



hêbetirê, xelk ji bo navê vê bajarê navek tirkmancî tercîh dike: "qereksî". dema ku ermenî li vir dijîyan, li vir dêrekî reş ya bi tirkî "kara kilise" hebû. û her çendî dewleta tirko vê navê "kara kilise" ye kirîye "karaköse" jî, piştrê gel jî vê navê, wek "qereksî" guhertîye. (ji vê navberê de, hê jî di nasnameya xalê min -ku bixwe ji agirî ye- de ji bo cîhê dayîkbûnê de şûna navê ağrı, "karaköse" heye.)



bi ya min, teorî ya dudo raste. çimkî, tu pêwendîya bajarê agirî û çiyayê agirî bi maneya fizikî û erdnîgarî, tune ye. bi rasti, him çiyayê agirî li bajarê agirî de nayê kifşê, him ji ji xwe li derdorê de kes vê çiyayê bi navê çiyayê agirî bang nake; hemû dibejîn girî daxê.



bikurtî, mumkûne ku peyva "agirî" ne xwezahî be lê encamê li hev anînek e.



01.04.2014 18:09 | ervah.azad