Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ervah.azad

profîla "ervah.azad"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [obsesyon] de;

2. nexweşîyê ku berê bibû bela serê min lê wê pişt bûyerek ve dev ji min berda.



kengê çavê min diket ku lambe malê bi awayekî fizûlî vekirî dimîne, min ê tavilê xwe digîhand û wê lambe ha divemirîn. heta car carinan di kolanan dê difikirîbûm bê gelo min ê lê demiran an na... yanê wek obsesyonek bû. Lêbelê wê talîyê de bûyerek qewimî: min didît ku di avdestxane ya wargeha zaningehê ku min tê de dixwend de nişêyekî wisan hatîbû dardakirin: ".... ulusunuz için ışıkları söndürünüz". û gava ku ez ji avdestxane derdiketîyam, di nav dilemmayêdekî de mam: heke min ê lê vemiranda, ew dibû wek ixaneta nefsê min; heke min ê lê nedemiranda, ew jî dibû ixaneta prensibên min... axirê, min ê ya dudoya hilbijart û a ji vê rojê vir de ye ku ez ê ji vê nexwaşîyê xelas bûm.



05.05.2014 21:16 | ervah.azad