Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîrêhekarya

profîla "mîrêhekarya"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [generalê payîzê] de;

2. (beşek ji helbesta bi navê 'generalê payîzê' li jêr e)



generalê payîzê



ez im generalê payîzê..

ez ê tu carî xêrnedî

ez general im..

generalê bi hezaran darên rût û bi milyaran pelên weşiyayî



ez im generalê payîzê..

şifqeya li serê min ewr e

û stêrkên li ser milê min çend pelên çilo yên rengzîvî

sakoyê li min nermeba ye

û şûrê min çiqlê dareke riziyayî



...



02.12.2013 15:27 | mîrêhekarya

1. mihemed omer osman (generalê payîzê): sala 1957an li taxa Dêrgezên a bajarê silêmaniyê ji dayîk bû. ligel karê rojnamenivisiyê karkerî jî kiriye. sala 1975an dest bi karê nivîsandin û rojnamegeriyê kir. 1985an take-dîwana xwe ya bi navê ''Le xurbeta'' (li xurbetê) çap kir. ji ber şi'reke bi navê ''generalê payîzê'' ya di vê dîwanê de navê wî wek 'generalê payîzê' belav bû.



02.12.2013 15:19 | mîrêhekarya