Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bajarên rengîn yên kurdistanê] de;

14. min gelek bajarên kurdistanê ditîne lê weka amed min hê rengîntirîn bajêr nedîtiye..

çend heb mînak bidim

qers; nake pênç qirûş ji ber ku neh meh sar e bêyî mont nikarî bigerî jixwe 6 meh befir li erdê ye eger karê te yê girîng tunebe tu yê bimirî jî naxwazî derkevî derve, însanên qersê ji xeynî derewan bi kêrî tiştekî nayên hama diçirînin. xwezaya wê jî ne xweş e dema tîrmeh tê, erd hê nû hêşîn dibe 2 meh dûre jî ji ber sermayê pelên daran hişk dibin gul û kulîlkên xwezayê diçilmisin. di nava havînê de carinan sê roj bênavber baran dibare û her cih herî û çamur dibe nikarî bi hêsanî piyên xwe biavêjî. tu nîşaneya kurdîtiyê tune ye tijî ulkucî ne ji devên wan gemariya nijadperestiyê ya tirkîtiyê dibare

colamêrg; belê rast e, herkes bi kurdî dipeyive lê hew! min kurmancî dît lê pêrgî kurdewariyê nehatim. niha colamêrg cihekî piçûk e lewma herkes hevudu dinasin cihên piçûk bi giştî muhafazakar dibin jixwe sedema kurdîaxêfiyê jî ji piçûkbûna wê ye ango pergala tirk bi sistematik negihîştiye li wir lewma kurdî hê jî rûnexiyaye. kurdîtî li ser hêşmendiyeke neteweyî ava nebûye. ji xeynî colemêrgiyan kesên biyanî yên ji bajarên cuda yên kurdistanê hama bêje tune ne ji xeynî mamoste û karmendan. vê yekê jî bûye sedem ku ji aliyê pirengî û çandên cuda ve pirr qels maye hê jî êlperestî li wir serwer e feraseta wan pirr qels e

êlih; bi tenê beton e! dema dikevî êlihê bêhneke tund û tûj pêşwaziya te dike bi taybetî jî havînê qet nayê kişandin pirr fortên xwe diavêjin hama qala xwe dikin, xwe pirr diecibînin û zêde zêde dipeyivin goştê serê mariv dixwin û zêde zêde serhişk in

ruha; ji xwe ne hewce ye ku behsa ruhayê bikim. min di taybetmendiyên karekterîstîk yên mirovên ruhayê de beha wan kiribû

dêrsim; bi tenê vedixwin

wan; pirr tûj û bêteşe ne lê behra wanê gelek xweş e jixwe ji nîvê pirtir colemêrgiyan têde dijîn

bêdlîs; ji xeynî muhafazakarî tu nîşaneyeke taybetmendî û rengînî tune ye ku mirov binivîse

mêrdîn; bi rastî jî gelek rengîn e ji her cure û ji her netew û çandê ve mirov têde hene bi awayekî aşitiyane jî dijîn bi qasî ku min dît. tiştê ku ji bo min hêmaneke nêyînî ye ev e ku pirr piçûk e û belawela ye lewma di wir de bêhna min pirr venebû. cîranê ameda rengîn e, ev jî ji bo mêrdînê cihê rengîniyê ye

ûûû amed!; ameda rengîn ango paytexta dil û welatê min! di nava bajarên kurdistanê de rengîntirîn û xweştirîn bajêr bêşik û bêguman amed e. ji aliyê siyasî û welatparîziyê de pêşengiyê kiriye (niha piçikek westiyayî ye gelek jî normal e ji ber bandora dewleta tirk) gelek netewên cuda têde dijîn gelek dînên cuda bêyî ecizî û tengasiyê têde şax vedane. kurmanc, zaza, tirk, ereb û ermenî hene. bajarekî mezin û dîrokî ye gelek berhem û avahiyên dîrokî hene. sur, mizgeft, dêr, xan û hemam û baxçeya hewselê û cihên sahabiyên şehîdketî û qedirbilind...

gelek mirovên normal û anormal hene wek mînak 'gedê bajêr' hene ku êdî ji bo amedê bûne sembol ez ji ber vê yekê eciz im lê ji ber pirbûna wan gelek sedemên cuda hene û ev mijarekê dî ye.

gava ku tu herî nava surê, xwe cuda hîs dikî, herî ofîsê cuda, taxa rezan cuda, metropol cuda hîs dikî. niha zimanê tirkî serwer e mixabin. sedem pirr in. difikirim ku rojekê ji rojan rûnîm li ser compersê û di vir de bi qasî deh rûpelan sedema vê kambaxiyê binivîsim



29.03.2014 00:43 | ferhenga şikestî