34. di sala 2000an de min duçerxeyekê ecibadibû û min şanî bavê xwe da. wê gavê 75 milyon bû bavê min got buha ye û ji min û birê min du sê roj paşê ji dikaneke dî du heb kirrî. heba wan ger ne şaş bim 70 milyon bû. berra hesab şaş nebe lê ez dibêjim qey pênç milyona wê demê 50 lira ya anihayîn bûy, me duçerxeyê kirî lê çend roj paşê min ferq kir ku janta paş xwaromaro bû. ez çûm cem hostayekê got heba jant 22.5 milyon e tabê wek ku hûn jî texmîn dikin bavê min got pirr zêde ye ez nikarim biguherînim ji xwe re îdare bike, yên zanin jixwe dizanin ger janta paş xwaromaro be eyara frên nabe. çimkî ger xweş li hev bînî cihên xwar li papûçên frênê asê dibin lê eger frênê fireh eyar bikî vêca jî frên pê nagire. jixwe di duçerxeyê de tu nikarî bi lastîkên pêşî frênê bigirî çi ku duçerxe ji paş ve radibe loma xetere ye... |
|
23.11.2019 00:27 ~00:30 |
ferhenga şikestî
|