Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mihemed şarman] de;

6. li dû pirtûka xwe ya yekem a bi navê pirça winda, pirtûka wî ya duyem a bermayiyên demê ji weşanxaneya awestayê derçûye

beriya ku bêjim li sêr xêre be pêwîstî dibînim ku destnîşan bikim pirça winda gelek xweş bû û têra xwe keniyabûm..

niha bi meraqdariyê benda standin û xwendinê me

çîrokên din li ser gencîneya çîrokên kurdî zêde bû, nivîskar bi gavên xwe yên xurt dimeşe, para me jî xwendin e.. destên nivîskêr sax bin



14.11.2014 22:50 | ferhenga şikestî

4. nivîskarê ku pirça xwe wenda kiriye, axirê peyda kir an na nizanim lê xwedê hez bike ku pirça xwe ya wenda di tirşikê de peyda bike*



24.09.2014 22:56 | ferhenga şikestî

3. nivîskarê ku pirça xwe wenda kiriye, axirê peyda kir an na nizanim lê xwedê hez bike ku pirça xwe ya wenda di tirşikê de peyda bike*



24.09.2014 22:55 | ferhenga şikestî

1. nivîskar, rexnegir û çîroknûsekî kurd e. ji mûşê ye û di zanîngeha mêrdînê de mestira xwe dike.

bi navê pirça wenda pirtûka wî heye.. ji çend çîrokan pêk tê. ji vir sê meh berê min kirîbû min du çîrok jê xwendibû lê ji bela ku teyîna min derket û kar û barên min ên fermî qewimîn, nîvco mabû dema biçim amedê ez ê teqez biqedînim.

kurdiya mihemed şarman gelek xweş e bi taybetî jî dema ku bi qerfî dinivîse meriv di nava nivîsê de xerq dikeve bo mînak; "kaniya fenteziyan" ya ku di kovara zarema de weşiyaye

ji xeynî wê nivîseke gelek bicih û rasyonel li ser derûniya komplekse xwekêmdîtinê ya kurdan di heman kovarê de bi navê emê! tu dikarî di tariyê de jî bi tirkî biaxivî, nivîsîbû. .



20.06.2014 22:22 | ferhenga şikestî