Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [li ser rexneyên kurdiya çêkirî û standart] de;

4. ji taybetmendiyên yaşar kemal yek jê ew bû ku gelek peyv û bêjeyên tirkî çêkir û li zimanê tirkî zêde kir, lewma di nava xwînerên tirkan de gotineke heye, dibêjin ku ''wexta yek bipeyive mariv ji peyvên wê/î têdigihîje ku bê ka romanên yaşar kemal xwendiye yan na''

ji ber ku bi roman û berhemên wê statîcbûna tirkî jî şikiya..

lê li cem me, dema yekî tiştekî nû li kurdî zêde dike kampanyaya lînçê dest pê dike

(bnr: ji herkesî re edet e ji me re qebhet e)



04.03.2015 00:40 | ferhenga şikestî

1. Li ser rexneyên kurdiya standart (zimanê çêker) çend têbiniyên min

-ji roja ku min dest bi xwendina kurdî kir, ji wê rojê ve min pênasa standardî bihîst (ji bela ku di zimanê tirkî de problemeke wisa nemaye, min jî hay jê tune bû) û ji aliyên nivîskar-nivîsendeyan li hemberê zimanê standart -an jî bi gotineke rast- 'zimanê çêker'ê helwesteke tund tê dayîn.
Bi pirranî tê gotin ku zimanekî çêkirî; orjînalî, resenî, herikbarî û tehma zimên dikuje û xelk ji wî zimanî jî tiştek fêm nake..
Her kes gilî û gazincên xwe li zimanê çêkirî dike û dibêje; berê xwe bidin niza zimanê dê û bavan, çîrok û meselokên kevnar, herikbariya dengbejên kurdan, çîrçîrok û xewroşk, qewlên mezinan û biwêj û gotinên pêşiyan falan û bêvan..
Tu îtiraza min li ser girîngiya zanîn û hayjêbûna wan tune ye, jixwe ziman jî li ser vê bingehê ava dibe lê problem ne di vê yekê de ye.
Problema esil di serdema ku em têde dijîn de ye û serdema ku kurd di kîjan şert û mercan de jiyaye? Bi ya min mesele ji vir dest pê dike û naqede..
Yanî belê rast e mariv biwêj zanibe, gotinên pêşiyan zanibe, qewl û meselokan zanibe, zargotin û dewlemendiya folklorîkê zanibe, baş dipeyive haya wî/ê ji bingeha zimanê wî/ê çêdibe û taliyê jî xelk jê fêm dike. Lê ez dipirsim gelo kî dikare bi çîrok û meselokan di derheqê quantumê de nivîsekê, gotarekê binivîse? ( jixwe qet qala nivîsandina pirtûkê jî nakim) kî dikare gotareke di derbarê fîzîk, kîmya, antropolojî, tip, felsefe, îktîsat û hwd.. de binivîse? Ez ne bawer im kes jî bikaribe binivîse.... ji xeynî wê, kî dikare bêje ku ji xeynî kurdî zimanekî çêkirî tune ye?

Di dinyê de hemû ziman, çêkirî ne!
Em ji tirkî behs bikin. Bê şik û guman Zimanekî not salî ye! Di vê not saliyê de çêbû. Saziya zimanê tirkî (TDK) not sal e ku vî zimanî çêdike. Di salê de 27 mîlyon dolar ji dewletê digire ji bo na ku zimanê tirkî pêşve bibe(çêbike).
nîvê peyvên tirkî bi erebî bûn û hê jî tesîra erebî bi awayekî bandordar berdewam dike. ( tirkî zimanê jiyanê ye û ne hewceyî hewldanên şexsî ye lê kurdî bi hewldanên şexsî xwe çêdike)
Em xwe nexapînin, zimanê tirkî zimanekî çêkirî ye lê têra xwe jî xweş e û niha herkes ji hevudu fêm dike, gelek jî herikbar û înteraktîf û astatîk e, bi milyonan kitêb hatin nivîsandin, bi hezeran fîlm hatin girtin,, bi hezeran kitêb, gotar û maqalat hatin wergerandin, bi hezaran dibistan hene, bi hezeran malperên înternetê hene, bi hezeran qanalên tv û radyoyê hene falan...

Dem diguhere zanîstî û civak pêşve diçe, amûr û alavên nû dertên, fikr û raman pêşve diçin, têgeh û argumantên nû diafirin lewma jî ji bo îfadekirinê, ziman jî mecbur dimîne ku xwe çêbike. Zimanên ku serdest û fermî ne, bi awayekî xwezayî xwe çêdike, yanî ber bi qelîşteka xwe diherike lê zimanê kurdî bindest û nefermî ye ji ber wê jî ihtiyac û pêwîstiya wî ji yên bêtir bi çêkirinê re heye lewra ziman ne tenê ji edebiyatê pêk tê gelek tiştên din jî hene. hetta dikarim bêjim ziman û jiyan deryayek e, edebiyat jî têde dilopek e. Eger hûn bêjin ku ji me re zanîstî navê, fîzîk navê, astrolojî navê, tip, huquq, îktîsat, matematîk, nukleer tip navê û hwd... hûn mafdar in bi tenê bi edebiyatê mijûl bin fermo kerem bikin qîma xwe ji zargotinan bînin...

Dibêjin xelk ji vî zimanê çêkirî fêm nake..
Lê bavê min! Ma Xelkê kurd, xelkekî normal e? Ka kîjan kurd bi vî zimanî perwerdehî dîtiye? Neteweya ku ji not sal bêtir asîmîle bûye, xulekek jî dersa kurdî nedîtiye, rûpelek jî bi kurdî nexwendiye, dinyayê bi zimanê xwe fêr nebûye û bi ser de jî bi talana tirkî rû bi rû maye. bi kurtasî kurdiya xelkê felîşiyaye, wêran û talan bûye. .
Kurdiya ku (kurdiya dengbejên, dê û bavan) li gund maye, êdî têra xwe nikare ji cîhana nûjen bîne mixabin (ne kurdî ha, kurdiya ku tê zanîn, axaftin û gohdarîkirin)
Heta ku ji te tê berê xwe baie zargotinan lê dem guheriye, zarokên xelkê atomê perçiqandin, perçe perçe kirin, çûn heyvê, li ser teoriya îzafiyetê bi hezaran kîtêb nivîsandin, înternetê afirandin falan û bêvan. Kes dilê xwe li min negire lê divê ziman xwe çêbike, piştî ku perwerdehiya kurdî hat, wê bêtir girîngiya vê yekê xwe bide der..



22.06.2014 00:05 ~2021.06.01 13:16 | ferhenga şikestî