Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zilamê firoşkar yê ku li pirtûkfiroşgeha avestayê a li amedê disekine û bi kurdî nizane] de;

6. bi xwedê kengî herim li wir hama bêje tim ew li wir sekinandî ye û di derbarê pirtûkan de şîroveyên bicih dike. carekî jî ez ji bo kirîna pirtûkên remezan alan çûbûm, pirtûk axirê nemabû, paşê ez çûm min jê re got keko pirtûka bendnameyê ya remezan alan dê kengî were? ji min re got 'valla ben iyi kürtçe bilmiyorum kusura bakma falan* ez şok bûm, min xwe bi xwe got neyse lo ez ê li tiştên din jî binêrim. ez çûm rafa ku pirtûkên ku ji Weşanxaneya peywendê derketî, ji min re got ku 'bence soraniceleri almalısınız, min jî got ez ji pirtûkên wergerê hez nakim got 'ama en iyileri onların romanlarıdır şu an en çok gidenler onlar' falan.. yaw min got bêjim ma xwedê ji te razî, dev ji xwendinê berde tu hê nizanî bipeyivî jî li gor kîja pîvangên xwe pêşniyaziya pirtûkan dikî? lê min got nehlet li şeytên!

xuya ye ku ji derûdora xwe hînî bazar û hilberîn û nivîskar û pirtûkan bûye



28.06.2014 15:48 | ferhenga şikestî