Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pirtûkfiroşgeha ensarê] de;

2. mezintirîn pirtûkfiroşa li amedê ye, ez dema li amedê bim, di hefteyek an jî du hefteyê de carekî teqez seriyekî lê didim û li pirtûkan dinêrim carinan jî dikirim, hama bêje pênç sal e ku diçim li wir lê pirtûkên ku pênç sal berê li wir bûn, hê jî li wir in, qet neguheriye tim sabît in. nûkirin û guhertin qet nîn e. êdî ez dizanim kîjan pirtûk hene kîjan tune ne. ji xeynî pirtûkên nûderketî û populer ên ku pirr tê firotan, tiştekî din li xwe zêde nakin. jixwe pirtûkên kurdî bi tenê ji çar-pênç refan pêk tên, awesta, doz, do, nûbihar, lîs û vê taliyê jî ronahî..

cihekî xweş e dema sebra min nedihat, ez diçûm du saet li pirtûkan dinêriyam heke pirtûk bi min xweş bihata min digirt, li jor çayek vedixwar û vedigeriyam..

hundir pirr tarî ye min got ez ê pirtûka rênas jiyanî ya çirûskîzm di vir de biqedînim (ji ber ku pirr buha ye) lê min heta 3 rûpel xwend çavên min derketin*



28.06.2014 16:02 | ferhenga şikestî