Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [diyaloga bav û lawan] de;

3. (2 sal berê, diyaloga min û bavê min î zaza)



bav- zanko jî xelas bû tu nayê navçê?

ez+na bavo nafikirim

-tu çima ji min hez nakî?

+çi eleqa? hez dikim lê li vir sebra min nayê

-tuyê li diyabekir çi bikî?

+ezê herim kurdî der'ê

-çima tu kurmancî nizanî?

+helbet pirr baş zanim lê niha betal im sebra min nayê dikim ku xwe di wir de hinekî biewiqînim

-lê zazakî?

+ji zazakî hez nakim

-çima!!??

+nizanim hez nakim

-kurê min tu jî zaza yî ma ne?

+erê lê nizanim yav nepirse bersivê ez jî nizanim lê hez nakim

-temam bila be, pere te heye?

+erê

-ka binihêrim

+temam yav tune ye lê ne lazim e spas..

-li xwe miqate bî ha, derengî şevê meçe malê û car carinan telefonî min bike û çay û cixareyê bi hev re venexwî ha!

+temam



07.11.2015 23:28 | ferhenga şikestî