Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [türk dil kurumu] de;

2. bi kurmancî, saziya zimanê tirkî...

saziya ku zimanê tirkî re eleqedar e û wek li jor jî hatiye gotin ku bi fermana ataturkî ligel saziya dîroka tirkan ava bûye

du armancên sereke û bingehîn ên vê saziyê hene

yek ji wan li gor şert û mercên dinyayê afirandina peyv û qalibên nû û nûjen, ligel sazkirin û birêkûpêkirina li gor form û mantiqa zimanê tirkî...

yek ji wan jî ji dewsa peyv û bêjeyên ji zimanê biyanî yên ketine tirkî, afirandin û peydakirin û tirkîkirina peyv û bêjeyên nû...



her çend saziya hanê carinan peyvên absurt û derêaqil biafirandibin û kenê qeşmeran li xwe anîbin jî ji bo zimanê tirkî gelek xebat kirine. hama bêjin zimanekî gelek qels û seqet ji nû ve vejandin û niha divê em mikur werin ku zimanê tirkî têra xwe pêşketiye û bi vî zimanî mirov dikare bi her awayî qala her tiştî bike û bi rehetî di derbarê hemû mijarên teknîk û girîftê de nivîs û pirtûkan binivîse

jixwe kêmasiya herî mezin a zimanê kurdî jî tunebûna saziyeke fermî a zimên e..

saziya ku di salê de(bi qasî ku tê bîra min) ji bo pêşvebirina zimên ji dewletê nêzîkî 27 mîlyon tl digirin, de were û bi van derfetan zimên pêşve nebe. ..

(ji behican dîsa tansiyona min rabû)



12.01.2015 23:12 | ferhenga şikestî