Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dehê mijdarê] de;

5. 'ji min re qala genimên serjêkirî bikin'

dibêjerênas jiyan; û îroj roja cehnimbûna serokê tirkan e, rêzika rênasî anî bîra min

tirkekê ji min re got dema saet nehê pênç deqe bibuhure were li ber deriyê nexweşxaneyê em ê rêz li ber bîranîna serokê netewî bigirin, mi go tu min provake dikî lê bes tewşo mewşo û bi fantaziyan bipeyive.. jixwe betilandî ji karî derketim di hêvî tv'yê de stranên dengbêjan weşanê de bû, bi dîmenên ji kurdistanê ez xemgîn kirim, hûn di vê rojê de ji me re qala genimên serjêkirî bikin, genimên ku qedera me û wan yek in..

xwezî bi zaroktî, û bermayiyên ka û genimên ku bi barîna baranê bêhneke berdida di nav bendêra me, û bazdan! bazdan ber bi bêdawiyê ve..



10.11.2014 19:46 | ferhenga şikestî