1. -ji mirovên xirab, bi qasî zeryaya mezin dûr bikevin
-çi dibe bila bibe ji malbata xwe hez bikin, yên ne qenç hebin ji malbata xwe dûrxînin
-tu car dildarî kesekê nebin, bi vîna xwe rê li ber melankoliyê bigirin ji lew mirov bi carekî tenê tê vê dinyayê
-ji bo pereyê nexebitin lê ji bo karîbûna kirîna pêwîstiyan bixebitin û vê yekê jî bikin armnaca xebatê xwe, yanê pere ne armanc be bila alav be
-beşa ku hûn jê hez nakin nexwînin, gelek dijwar e ku mariv heya li ber mirinê karekî berredayî bike
-çi dibe bila bibe ji kurdistanê dernekevin, mêjiyên xwe ji bo mayîna li welêt bixebitînin (li halê min binihêrin gedenoo ji ehmeqiya xwe ji kurdistanê dûr ketim û min temen li xwe pûç kir)
-dev ji kar û barên vala berdin, bixwînin û bixwînin
-dema hez bikî ji dil bike heke li gor berjewendiya xwe hez bikî dê jiyaneke heyf li dû xwe bihêlî
-tu car li dû edetên mêtinkerên xwe baz nede, dev ji hemû çalakiyên wan berde
- û ji bîr neke ku jibîrkirin îxanet e, tu kurd î û armanca te kurdistana azad e
-zarokên xwe û neviyên xwe bi kurdî û bi hêşmendiyeke kurdistanî mezin bikin
(heke li ber mirinê bim ez ê di şîretnameyekê bi vî rengî bihêlim ji bo zarokên xwe..
|