Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [fikret başkaya] de;

4. Here lînkê

vê sibehê hatiye berdestkirin û piştî îfadeyê hatiye berdan.
her car dibêjim ger ev dewlet ne tirkiyê ba bes norweç an fînlandîya ba li dewsa ilber ortaylı û celal şengör, cenabê fikret û ismail beşikçi dê her û her di ekranan de bûna.



27.11.2017 13:48 ~13:48 | ferhenga şikestî

1. nivîskar, lêkolînêr, rewşenbîr, wergêr û zana û çepgirekî tirk e..

di sala 1940'ê de di bajarê denizliyê de ji dayîk bûye axirê di zanîngeha enqereyê de fakulteya siyasalê ya beşa îktîsat û maliyeyê xwendiye. di zanîngehên wek paris û poitiersê doctoraya xwe xelas kiriye û vegeriya tirkiyeyê û dest bi akademîsyeniyê kiriye lê axirê ji ber pirtûka xwe ya paradigmanın îflasıyê 20 meh ceza ji aliyê vê dewleta xêrnexwaz xwariye

ji sala 2007'an heya niha serokê özgür üniversiteyê ye..

di nava çepgirên tirkan de tekane û yekana çepgirê ku bi dilêrî behsa mûstemlekebûna kurdistanê diparêze û bi nivîsên xwe bîroza kemalîzmê li guhê binê erdê dixe

ligel ismail beşikçiyî hêjatirîn entelektûelê tirkiyeyê ye.. ji zimanê fransizî wergeran jî dike, gelek.



12.11.2014 22:20 | ferhenga şikestî