Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [biwêj] de;

7. ku ziman xanî be, biwêj jî stûna wê ye, bêî stûnê xanî hildiweşe, nikare li ser piyan bisekine..

ne hewce ye pênaseke giştî bikim, jixwe li jor bi awayekî xweş hatiye veguhêztin

hem gotinên pêşiyan hem jî biwêj, jêderka axaftineke xweş û herikbar in, dema mirov hikumranê van nebe nikare pê de here û axaftna xwe bêyî terpilîn û likuminê bi dawî bike

bi taybetî jî biwêj axaftinê dewlemendtir û hêsantir dike, carinan tu rewşekê nikarî bi rûpelan qal bikî lê bi biwêjekê meseleyê safî dikî..

kêmasiya me ya herî mezin ew ku em hay ji biwêjan nîn in lewm em tucar nikarin bi awayekî baş bipeyivin û pê de herin, her gav 'ewk ewkên' me dest pê dikin û welhasil em têde dimînin û nikarin em jê derkevin, mixabin..

tabî ne bi tenê sucê me ye, mariv hem gotinên pêşiyan hem biwêjan ji zaroktî dest pê dike û hêdî hêdî fêrî wana dibe lê derfeteke me ya wehareng nîn bû beravajiya vê yekê em di dema şitlbûna xwe de çûn û bi zimanekî din perwerde bûn, ew zimanê din kuta di mêjiyê me re! lewma jî ji emreke şûnde mariv çiqas jî ber xwe bide nikare xisara zimanê din ê ku zarokiyê de şop û rêçeke berbat hêliştibû ji holê rake, paqij bike, dîsa jî berxwedan jiyan e!

û ji bo pratîzekirina karanîna biwêjan tirşik.net derfeteke mezin e, hay jê hebin û vê valahiyê dagirin..



06.03.2015 19:43 | ferhenga şikestî