Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ferhenga şikestî] de;

153. nivîskarê ku wa ye entrya xwe ya çar hezarî nivîsand û ji bo demeke nediyar dê bêhna xwe vede...
dixwazim bêjim jixwe ez li ser vekirina bloga xwe diponijim û xwudê bêje erê ezê di nava çend mehan de bloga xwe vekim. heta wê gavê ezê bi xwendinê re mijûl bibim. dûre jî li ser bloga xwe...
ez hêvî dikim ku bilbilê dilkul biniya rexneyên xwe tije bike û her roj beravajî me bi entryên têr û tije tirşikê bixemilîne. bo biçûkêd kurmancan



20.12.2017 15:08 ~15:10 | ferhenga şikestî

134. dergistiya ferhengo jî carinan vê malperê dixwîne, ger rastî entrya jor were û li ser ferhengo bibe xezeb, dê ferheng avatara xwe bike kêrê ku yekî serjê dike*



13.04.2016 21:03 | ferhenga şikestî

132. nivîskarê ku ji lîsansa bilind destûryariyê negirtiye, hetta dikarim bêjim lîsans jî nexwandiye, ji pola duyem ji edebiyata tirkî teqewît bûye, yanî ne zêde xwenda ye*

ne pisporê zimên e jî hama zazayekî dil berdaya kurmancî ye..

meseleya gengeşiyê jî ev e ku di peyema nivîskara jor de, rexneyeke bêwijdan hebû û xwest li gorî xwe hebekî zelal bike..

serokên ku mohra xwe dane;

hitler, devlet bahçelî, musolînî, stalîn, franko, ataturk, erdoğan, deniz baykal hwd...

ango serokbûn ne tiştekî ewqas muhîm e, serê xwe pê neşînin*



09.04.2016 22:31 | ferhenga şikestî

125. gelek projeyên min hebûn lê ji ber şer û pevçûn û rewşa kambax a kurdistanê, tu tişt ji dilê min nayê ku rabim pÊk bînim..

loma heta ku ev rewş biguhere divÊ hebekî sebr û hedan...



28.03.2016 22:59 | ferhenga şikestî

121. rast e ji vir hefteyeke berê bi diha'yê re hevpeyvînenekê çêkiribû.

rojnamegerê ku pê re peyivîbû, gotibû di hefteya pêşiya me de wê hêdî hêdî di gelek kanalan de bê weşandin lê heta aniha neweşiya ji bela rojeva kurdistanê. ger hevpeyvîn û nûçeya hanê di van rojan de belav bibûya wê kes guh nedana loma dibêm qey wê piçek dereng bikeve



21.12.2015 22:08 | ferhenga şikestî

119. (bnr: eyar kiriye çi ye hewal)

(bnr: eril eril konuşma)*



tu rabe sebir bike, bo wê li ber xwe bide, bêje eşq ked e, çend sal li hêviya wê bisekine û piştre bila camêrek were bêje eyar kiriye, dinya wisa xayîn e ha*



25.11.2015 00:55 ~00:55 | ferhenga şikestî

108. careke ji caran hevalek ji min re gotibû zaza wer pîvaza lê paşê min got what the fuck*



03.11.2015 23:41 | ferhenga şikestî


100. nivîskarê ku hê jî fêm nekiriye bê ka rcr çi ye, bi kêrî çi tê û bi çi hawî tê hesibandin..

lewma nikare binketîbûna xwe rave bike*



02.09.2015 23:55 | ferhenga şikestî

95. nivîskarê ku entryên wî yên îronîk wek ciddî tên xwendin*



20.07.2015 00:18 | ferhenga şikestî

93. nivîskarê ku ji ber shorbevên (hundirlî tewang seni) avatara xwe guherand û erê, emrê nivîskêr ji wî mezintir e bila ji xwe'r biaqil be*



19.07.2015 23:33 | ferhenga şikestî

79. piştî ku hat stenbolê dilê wî bêtir ji tirkan xeliya lewma aniha kurmanciya gewr bo wî lavlavkekê ye ku di rojê de kêmtir 5 saet xwe pê dilefîne*

erê hej ji sinonîmê dike û bi hemdê xwe bi kar tîne, dixebitîne, dişuxulîne*

dike ku bi nazim tolhildanî re di xaçerêyekê de li hev bê*



10.04.2015 23:43 | ferhenga şikestî

74. tirşikvanê ku, heke torpîla azadixwazhebe û karibe bi enqereyê rê têkilî deyne û teyîna wî bîne amedê ewê kêfxweş be*



29.03.2015 10:09 | ferhenga şikestî

66. (bnr: temam bes lêxin zilam mir)



03.03.2015 20:36 | ferhenga şikestî

58. taybetmediya ferhengên înteraktîv ew e ku ji hemû raman û nêrîn û ol û mezbehan mirovên xwedîgotin li hev bicivîne û bêyî ku kesek ji şîrove û peyaman keseke/î din eciz bibe di hundirê xwe de bihewîne..

tirşik jî yek ji wan ferhengan e ku wek pêşvebirina vî zimanî û di vê sedsala bîst û yekemîn de a ku heta qirikê em bi globalîzmê tije bûne de bi rengekî kurdî berbelavkirina raman û fikr û rojev û aktuela kurdistan û cîhanê ji xwe re kiriye armanç, kul û derd.. û li dû xwe hêliştina rêç û şopên kurdayetiyê ya li ser tevn û tora înternetê da ku bila kes nebêjitin kurd nezan û cahal in..

ez jî bi van mebestan di tirşikê de bu salek û nîv e ku her dinivîsim lê carinan hîs dikim ku ez/em li hemberê pêlên deryayên mezin dikin ku avjeniyê bikin. ji xeynî çar û pênç kesan kes nayê û nanivîse lewma jî tirşik bûye wek qehwexaneyekê, ji vê rewşê eciz bûm. ji xeynî xwetatmînkirinê bi kêrî tiştekî din nayê mixabin. em lêdixin em dibêjin lewma jî min biryar heye ku êdî neyêm li van deran..

belkî rojeke ji rojan hejmara nivîskarên aktîf û çalak bigihîjin hezaran û di binê her mijarê de bi dehan, sedan peyam û entry hebin, ez dê wêga vegerim.

xwedê hez bike ku em ê wê rojê bibînin..

ez gelek kêfxweş im ku min qeyda xwe çêkir û hatim vê civatê, bo min tecrubeyeke gelek baş û xweş bû..

de hadê bi xatirê we!



01.03.2015 20:50 | ferhenga şikestî

56. nivîskarê ku kirdkî jî dizane



26.02.2015 21:41 | ferhenga şikestî

53. nivîskarê ku bextewar e bo ku bi nazim tolhildanî re li ser heman fikrê ye*

û difikire ku dawiya dawîn her du jî kurê dayikeke bindest in..



20.01.2015 19:42 | ferhenga şikestî

33. mixabin

min hê nestandiye, ji ber ku hem min pere nîn e hem jî dema min a vala nîn e ku rabim herim û bigerim û hem jî qarta min a krediYê tune ye.. niha li benda derketina qartê me

ez ne kund im lê çi bikim kesad e bazar*



28.08.2014 13:38 | ferhenga şikestî

27. zaza ye lewma jî piçek serhişk e:-)



19.06.2014 22:41 | ferhenga şikestî

12. heke peyamên ku tên şandin, li gor pîvanên objektîv û rêbazên zanîstiyê bibe ihtîmal heye ku rêjeya beravajî-fikirînê bibe %0 jî....

ma raman azad be çima na?:-)



22.02.2014 00:05 | ferhenga şikestî

9. ne nivîskar lê tirşikvanê ku hê jî benda mobîl versiyona tirşikê ye êdî ji qehran dike ku bimire piştî ku mir fetiha jî naxwaze hîn



28.01.2014 01:56 | ferhenga şikestî