Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [charlie hebdo] de;

20. divê em rast bêjin, alan kurdî ji bo me kurdan sembolek e loma dibe ku karîkatura ha bi me xweş neyê, dilê min jî pê êşiya lê mesele ne ew e jî;

aniha msilmanên me bi pirranî wekî daîş û talîbanê li awropayê tê nasîn, di çavê wan de baştirîn misilman ên cim'etê ne lê hûn jî dizanin ew çi gûyî ne.

niha em divê vê pirsê bikin ji xwe re; ma derew e? misilman biçin li kû wê derê gemarî dikin, di nava peytexta wan de ev di nava salekê de du caran qetlîam çêkirin, wan tehtît kirin hingê dibêjin emê ji stenbolê bikevin heta ji londonê derkevin, ma we çi jê hêvî dikir..



edît: brusk56 lînkeke baş daye, piştî ku min ev peyam nivîsande dîte, meger karîkatureke wilo tunebûye jî, ger hebûya jî ne zêde xem bû, mesele ne alan kurdî ye, tevgerên ehmeqane yên misilmanan e



14.01.2016 22:00 ~22:06 | ferhenga şikestî

8. dewleta îsraîlê kujer e lê sucdarkirin û tawanbarkirin li ser cihûyan nabe, jixwe ya normal jî ev e. her wekî din cehş (korîcî) ên me yên kurd jî gelek kurd kuştin ku tu bidî ber hev divê wêga jî bêjî kurd kujer in lê bes nabe ev mantiqa ha naçe serî..

ev mijareke kûr û dûvûdirêj e divê li ser mijareke din bê niqaşkirin.

bi taybetî li dû hilweşîna sovyetan kapîtalîzm bo pêşveçûn û geşedana xwe neyareke dî ji xwe re hilbijart û bi sîxur û kujer û qelemşûrên xwe yên ku ji nêv misilmanan -ên ku kiribûn şîrîkên xwînxwariya xwe- peyda kirin û projeyên xwe yên çandî û aborî meşandin gelek bûyerên bi heman dirûvê hene ku tucar bi hêş û aqilekî rasyonel nayê bersivandin, jê re lêkolîn û zanîneke kûr divê



08.01.2015 15:44 | ferhenga şikestî

5. kovara ku rastî êrîşên misilmanan nehatiye, rastî yên barbar û heywanan hatiye....

qenç qenc e çi kurd çi fransî çi elman û çi aborjînî

û segbav segbav e çi misilman çi hirîsiyan û çi cihû...

serê çalakvanên dilêr ên cihanê sax be..



08.01.2015 00:09 | ferhenga şikestî