Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [etarên ku dihatin gundan] de;

2. kêm caran dihatin gundê me, me jê re digotin çerçî, dema me didît ku etar hatiye, di navbera me û xwedê de bostek dima, me pere nîn bû, bi tenekeya geniman malên xwe difirotin, pere nîn bû lê axirê genimên me pirr bûn têra heft kamyon malên etaran dikirin, kalê min ê rehmetî digot ji we her yek tenekeyekê mafê we heye ha! etar bi pirranî di dema havînê de dihat û me çavên xwe li ber rêyên etarên dondirmefroş diheyiran, diqemirand, li dû dondirmayê jî coca cola hebû, ji ber ku li gund tunebû, di bajaran de 2 lître jî kêfa me nedianî cih lê ji ber tunebûniyê li gund ji me her yek bi qedehekê sermest û gêj dibûn, tê bîra min, ji ber ku di firtekê de venexwim, beriya colayê min av vedixwar, bi avê min tîna xwe dişkand û piştre min colayê vedixwar...

di gundê me de xweştirîn û kêfxweştirîn roj, hatina çerçî/etarê bû. .



09.01.2015 21:56 | ferhenga şikestî