Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [vekirina mijaran a li gorî kar û beşa xwe] de;

2. ji normalbûnê wêdetir pêwîst û elzem e jî, geşedana zimên bi bikaranînê ve têkildar e, ziman derya ye û di nava deryayê de her peyv, têgeh û termên zimên girêdayî beşek, pîşeyek, qadekê ye lewma jî lihevhatina termên ji beşên ji hev cuda di warê pratîzekirina zimanî de geşbûn û pêşveçûna zimanî xurttir dike..

ger herkes di warê edebiyatê de binivîse peyv û têgehên ji qadên din ên jiyanê, derê jiyan û axaftinê dimîne û zingar digire, ji ber vê şaşiya me ye ku dema em dipeyivin zimanê me diterpile, bala xwe baş bidin; dema kurdekî xwenda li ser polîtîka, edebiyat û mijûlên tiştên rojane dipeyive, xweş û herikbar dipeyive lê dema qal û behsa ilmeke din dike nikare bipeyive, ev taybetiya neyînî di nivîskarên me de jî heye û gelek normal e. ji ber ku em bi tenê bi bayê edebiyatê fetisîne û bi kurdî haya me jî tiştekî din nebû..

di vî warî de xendekîtêra xwe tiştekî xweş dike



11.01.2015 15:09 | ferhenga şikestî