Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dilketî] de;

3. (bnr:

)



12.01.2015 18:44 | ferhenga şikestî

1. dil lebata laşê mariv e û nikare bi tena serê xwe biryarê bide, beriya ku dil biryarekê bide, mêjî diponije, difikire û biryarê dide piştre li dilî dişewire û jê ve encamekê derdikeve..

du biryarên sereke hene, yek ji wan girêdayî mantiqê ye, yek ji wan jî girêdayî wijdanê ye. lê carinan dikevin li nava nakokiyê û bê'biryarê çêdibin, tê gotin ku di vê dinyayê mirovên xerab hemû biryarên xwe bêî ku li dilê xwe bişewirin digirin yanê hêla wijdanî/dilî ya biryara wan qels e, kêm e, tune ye..

biryarên ku bêî mejiyî tên girtin jî ji hêla mantiqê ve probleman didêrînin. bi kurtasi dil sereke û bingehîn ê çavkaniya tevger û helwestan e, di encamê de mirov dijî

ketî jî ji raveka lêkera ketinê hatiye kêşandin, ji bo yên ku dilê wan dikeve li ser dilekî din têgeha ha tê karanîn

wek 'dilê te ketiye kê? yanê îfadeya eşq û evînê ye

yek jê xweştirîn peyveke ji peyvên kurmanciyê ye ku gelek kêfa min jê re tê...

mejî dikare hukim li ser dilî bike lê di vê rewşê de nikare tiştekî bike ji lew dil ketiye û êdî nema tê kontrolkirin, bi awayekî metaforîk û nedîtbarî jî taswira rewşa eşqê tê kirin.

bi rastî jî mirov pirri caran di navbera dil û mejiyê de dimîne û bi pirranî jî ji bo berjewendiyên xwe biryara xwe li hêla mejiyî ve dide ango mantiqê hildibijêre lê di vê rewşê de dil xema mejiyê naxwe û dikeve li pey dilekî din û bêî ku berjewendiyên xwe bifikire bi tena serê xwe biryarê dide...



12.01.2015 18:31 | ferhenga şikestî