Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rêzika herî xweş a helbesta kurdî] de;

21. 'bêje, çûyîn çi peyveke dirêj e'

(bnr: keştiya bayê)



2016.04.11-23:53 | ferhenga şikestî

17. gava kes li qeraxê şevê nema

ez ê lê bim

tu were...



osman mehmed



2015.04.03-21:40 | ferhenga şikestî

16. Destmêja te û janê ji hevdû naşkê hebhinarkê! ..

(rênas jiyan )



2014.02.08-21:43 | ferhenga şikestî

15. xwe li bela û qeşê, li mirin û seqemê girtine û tên.

tên, bila bên, her seqem an jî her pûkê,

serê her çiyê an jî serê her sûkê ji bo me hembêza bûkê!

(rênas jiyan )



2014.02.08-21:40 | ferhenga şikestî

14. Ez dibêm qey

gava tu hez dikî, tu ji welêt jî xweşiktir î..

(rênas jiyan)



2014.02.08-21:39 | ferhenga şikestî

13. yanî, em bêjin

Ha tu bûyî melîkeya Misrê,

Ha ez goya qeyserê Roma rengîn

Em xwe dixapînin bi tenê.

Bi serê te rûmeta me nake bi pûlek, 

Heta ku mustemleke be welatê me

Û em tênekoşin li dij

Em ne bi statuya kolan e jî

Vê ji bîr meke!

( rojen barnas )



2014.02.08-21:37 | ferhenga şikestî