Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tu neyê ez ê bimirim] de;

2. camêrekî bi navê selim akgul ku helbestên kurdî bi dengê xwe yê xweş dibÊje û di soundcloudê de parve dike, vê helbestê jî gotiye û parve kiriye..



Here lînkê



13.04.2016 23:18 | ferhenga şikestî

1. navê helbesteke rênas jiyanî ye



Tu Neyê Ez Ê Bimirim

jixwe ez ê tim bimirim tu bê jî, tu neyê jî

jixwe tu jî pê dizanî

di me gişan de heye mirineke kesidandî,

gidîîiî gidî

îcar jî tu bidîta vî canî

heger weke zarokekî çavên wî ji kefa sabûnê bişewitiyana jî

ne xem bû êdî

gulleyên bencxwarî

li ser zikê wî

weke girekî

têrreke << Bûda>> yî jê re çêkira jî



tu neyê ez ê bimirim

jixwe ez ê tim bimirim tu bê jî, tu neyê jî

lê heger dîsa jî

tu nexwazî ku stranan bixeyîdînî ji giyanekî kurmî,

bi girî ve bikî dilekî gurrî,

nehêlî ku tevnepîr konê xwe vedin li hembêzeke hedimî

û êvaran bicehemînî ji temenekî meliqî

nebî nebî!



tu neyê ez ê bimirim

lê heger tu werî, çavên te wê ji min re bibin tirî

zivistanî, henekên te wê ji min re bibin hirî

qayîl im, bila bi hatina te ez bibim gayekî

ku di xelayê de kêran qeşmeriyên xwe pêkirî

bibim berbangeke şevlêherrimî

û hechecîkekî sêrjêkirî



26.02.2015 23:34 | ferhenga şikestî