Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [fifty shades of grey] de;

1. fîlma ku vê taliyê gelek galegal û guftûgoyên qerrese li ser diqewime û balkêş e ku hê jî mijara wê di tirşikê de venebûye..

min gelek meraq dikir ji ber ku hem ji aliyê erênî hem jî ji aliyê nêyîniyê ve gelek rexne li ser vê fîlmê hat gotin û nivîsandin..

ji ber ku hej ji sînemayê nakim li benda daketina wê ya li ser înternetê sekinim, a soxî îroj min dît ku li ser înternetê jî belav bûye û min vekir, temaşe kir..

cara pêşî bêjim ku ji ber tameşekirinê gelek poşman bûm, heta deqeya dawî jî bisebr sekinîm, mi go belkî tiştekî seyr çêbe û ez jî bêjim aha hemû felsefeya filmê ev bû! lê felsefeya çi halê çi.. bawer bikin fîlmên pornoyê ji vê fîlmê felsefîtir in, qenebî mariv fêrî pozîsyonên gayînê dibe..

zilamekî sadîst heye, ji ber sedemekê -ku heta dawiyê jî li benda vegotina sedema vê yekê mam lê dêqehb tiştekî venegot- derûniya wî xera bûye û lewma nikare mîna însanên normal bijî, bixwe, rakeve, bigere falan û bêvan..

keçikeke ehmeq heye, xwendekar e û ji bo hevpeyvînekê dihere li gel wî û dil dikeve û bûyera qeşmer jî ji vir dest pê dike..

bi kurt û kurmancî qet meraq nekin û temaşe nekin, min vî gûyî xwar û du saetên xwe yên giranbuha pê re pûç û pîç kir lê hûn nekin, ji dewsê werin li vir deh-bîst heb entry binivîsin çêtir e



06.03.2015 20:21 | ferhenga şikestî