Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rojnivîska tirşikvanan] de;

39. silav û kilav..

gelek ji te eciz bûme, ji te, ji jiyana xwe ya monoton, ji kurdên ku vê taliyê hêşê xwe bi vîdeoyên ahsen tv'yê xira kirine û ji karê xwe yê îmana min jê diçe, ji tevan, gişan, hemûyan...

serê sibehê di saet 7'an de şiyar be, rabe qurteke av di ser çavên xwe de wer bike, diranên xwe firçe bike, kincên xwe li xwe ke, di vê sir û seqema şefeqê de ji malê derkeve, here rawestgehê, deh deqe li otobusa ku ji xirecirê bi rewiyên wan re dibî xizim nîv saet ber bi karî re here, di cihê karî de bi tirkan re 9 saet wext bibihurîne, dûre di saet 16.35'an de ji karî derkeve, were rawestgehê, dîsa li benda otobusê bisekine, were malê, firaqên qirÊj bişo, tiştekî amede bike ji xwe re, bi tena serê xwe rûne û bixwe, wan rake deyne li ser dezgehê, çaya xwe dagire, kombersa xwe veke, cara ewil çavek li tirşikê bigerîne, peyaman bixwîne, ku bikeve hêşê te çend tiştan binivîse, paşê rabe here kitêbek veke, çend deqe bixwîne, piştre bêje 'yav çima edebiyata kurdî nake pênç qirûş?!', kitêbê deyne, fîlmek veke, bîst deqe temaşe bike jê eciz be, bila êdî fîlm jî te tatmîn neke, dîsa rabe tirşikê veke, bibîne ku xalî bûye, bêje 'uff îroj jî tiştekî hejayî nivîsandinê tune ye' kombersê bigire, bikeve nava nivînan, piçeke xeyala amedê bike, dûre rakeve...



serê sibehê di saet 7, de şiyar be, 'ufff nikarim rabim yav! ezê êdî zû rakevim, erÊ! îşev teqez ez zû radikevim, wilo nabe, nikarim şiyar bim' here qurtek av di ser çavên xwe de wer ke bla bla bla...

saet serê sibehê 7'an de şiyar be, 'de uffff eciz bûm ji nivîsandina vê rûtîna xwe ya monoton û yek-reng' çima eciz dibim? ma her roj bixwe dijîm....

saet serê sibehê 7'an de şiyar......



07.01.2016 20:13 | ferhenga şikestî

37. ezê vêca bê silav bikevim hundirê dilê te yê nekaxizî, wek ku mirîşkek dikeve koxekê.

jiyan di zû de ye wek risteke arjen arî ye

"heyv li kevan e geh, geh roj li ava

bi kêlî û saet, bi roj û şev, bi av û hewa

dem kal, ez pîrekal, zeman lal.."

vê sibehê wekî her caran bi darê zorê ji nav nivînan rabûm, dîsa dereng mabûm û bi qasî saetekê dereng çûm kar, jixwe diyar bû dê rojeke ne xweş be, piştî sê saetan ji amedê telefonî min kirin, xaltiya min bû, got şikestî kurê apê te miriye vê sibehê, hay jê hebe telefonî wan bike yan jî ger karibî were...

niha dipivîm hestên xwe, min çi hîs kir? tu tişt! çima wilo dilsar bûbûm? çima hîn mirina însanan ez xemgîn nedikirim? çima êdî ji ber bobelatan nediqehiriyam, ji nişka ve ferqîn jî hat bîra min. tam wê kêlikê ev rastiya me di guhên min de çinginî kire, belê neteweya min a sêwî, êşa te hîn kir ku em êşa xwe jibîr bikin, ev kaviliya te nehîşt ku em noqî dilê xwe bibin, ji ber têkçûnên te me têkçûnên xwe ji bîr kirin..

ya bi xêr îşev ezê li apê xwe bigerim bêjim apo serê te sax be. 14 tîp, 5 peyv û hevokek!

heqet, meriv çawa arezûya sersaxiyê kurê wî dike bavekî? nizanim. ger neterpilim îşev cara ewil biceribînim û hêvî bikim rojnivîsk, hêvî bikim ku ev ya dawî be! min dixwast sersaxiya bavî bikira kurikekî...



11.11.2015 12:41 ~12:47 | ferhenga şikestî

29. merhaba ji te re xemxûra min a qedîm..

demeke dirêj em ji hev dûr ketin, ji ber ku çûbûm ameda xwe ya rengîn, min keys û derften nedîtin ku bo te jî çend tiştên ji vê qûmaşa erzan binivîsim, bibore..

amed xweş û geş bû, axirê sihuda min vêca li min vegeriya û di dema betlaneya min de li amedê pêşangeha pirtûkan jî li der ketibû..

min ji xwe re 21 heb pirtûk kirîn yanê min plaqeya amedê ya ev dewlet jê re dayiye temam kir û vegeriyam, min dil hebû ku bi mehan nekevim tirşikê, bêrikê xwe tijî bikim lê di dilê min de ma, ma qey warekî dî he ye ku biçim? ma mîna baba uryan bêjim illam biçim cem kê, biçim cem kê? ger tu jî min biqewirînî? biçim cem kê?

ji amedê vegeriyam û min dît ku bêhna genî ketiye mala min, mixabin sîgorta avêtiye û hemî erzaqên min ên sarincê xera bûne, bû sê roj e ku bi paqijkirina wê re mijûl im lê hê jî dawiya bêhna genî nehatiye..

neyse îşev evqas bes, ji ber bêhna genî dilê te jî xeliya, bibore



29.05.2015 21:02 | ferhenga şikestî

24. hey rojnivîska kaxizqediyayî! erê tu! ji te re dibêm

tu zanî ne ji ber te be ez ê hîn nekevim ferheng merhengan, peyvên min, hevokên min xelas.. êdî ji kîsê canê xwe dixwim, mîna ku şêrekî xedar, ji ber nêzê goştên çêlên xwe bixwe, erê ne kêm ne jî zêde..

wa li stenbolê dîsa bû şev, şev neynika helbestên gulîzerê ne û pariyekê jî yên osman mehmed

ew bû digo:

'gava kes li qeraxê şevê nema

ez ê lê bim

tu were...'

bi rastî jî gava kes qerexê şevê nema, û ger ez ê lê bim tuyê werî?

nivîs-gotareke dîpdirêj li ber destên min e, divê bibim serî lê tê bêjî qey destên min hişk bûne, minê bigotaya hibra pênûsa min ziwa bûye lê êdî her tişt bûye dîjîtal lewma hîn pêdivî li wê bêhnê nîn e..

ezê dirêj nekim, kes ji nivîsên dirêj hez nake lewma kurt kurt kurt..



03.05.2015 19:58 | ferhenga şikestî

17. careke dî me go merhaba?

neyse ezê dirêj nekim, rojên min -mîna rojên kesên dî- ji monotonbûna xwe qet tawîz nadin, tê bêjî qey li ser sê jinan telaq xwendiye lewma xwe ji cihê xwe tev nade..

tu jî dizanî mirovên qenc tevde çûn û em man di hîkmeta xwudê de

lê belê ma em çi ji xwudê hêvî dikin qala xwudê? (binihêre dema hêviyên xwe yên pêknehatî bi lêv dikim jî li ser navê wî dest bi peyvê dikim) min rojnivîska xwe ya rastîn î defterîn li amedê hêlişt û rahijtim laşê xwe -bêyî ku dil û mejî bi xwe re bihînim- û jê dûr ketim. tu zanî weka ku kes ji serok fêm nake, kes ji min jî fêm nake bo wî serxewt im aniha. kes ji me fêm nakeeeeeeeee!



30.04.2015 19:22 | ferhenga şikestî

12. rojnivîska delal!

îroj bû pênc roj e ku min cixare terikande, qaşo terikande lê di rastiyê de car carinan destê min ber bi wê ve diçin û li hemberê vîna min ser dikeve..

niha dema ez li ser te dinivîsim jî cixareyekê di destê min de pêketî ye û ez dizanim ku eta ku dilê min jê bixele, her û her di nava tîliyên min de pêlên xwe bisojîne..

êdî dilê min ji her tiştî dixele lê nikarim dilxelanînên xwe biavêjim sergoyê û têm hêrsa xwe li xwe dizivîrînim û heyfa derd û kulên ji xwe derdixînim. meriv ajalekî ecêb e ji tiştekî kêfê nastîne lê dibe mûpteleya eciziyên xwe, nizanim di dergeha her kesî de wilo ye? belê, ez jî ji wan kesan ne cuda me, dinya di nava fezayê de dilopek e û kes xema kesî naxwe bila nexwe jî

ji welatekî dûr dinivîsim, ji bo te êşa welêt hiltînim di hundirê xwe de, wext e ku roj hilbê



29.04.2015 20:30 | ferhenga şikestî

8. merhaba ji te re zehmetkêşa pênûsa min a hibrlêqediyayî..

ev çendek e bo te dinivîsim lê sihûda te jî nîn e lewma êdî nema debar dikî bo min, tu jî mafdar î, gotinên jihevketî û hestên terişî nema li ser qaxizekê li hev tên..

bo demeke dirêj bi xatirê te, nivîsandin zora mirinê nabe, belkî xwendin zora mirinê bibe..

ji qûmaşê te bêhna straneke nîvcomayî tê, ku min ber bi xwe ve dikişîne, ez ê herim, heval li dor heyva çardehşevî civiyane li benda min in..



27.04.2015 18:05 | ferhenga şikestî

4. tu zanî, ez hej ji çîrokan nakim û min bîst û çend car ji te re sedema vê hejênekirinê rave kirin, te gotibû belê, xebera te ya. xayînê ma tu çîma fêm nakî?

serpêhatiya min û te tu car nabin çîrok û di tu kitêban de hilnayên! ma çima fêm nakî?

çima fêm nakî ku te ez di orta nava germahiya tîrmeha amedê de hêliştim û çûyî. hama te li pişt xwe jî nenihêrî, qaşo te hej ji min dikir, te di nameya ku li dû xwe bo min hêlîştiye de gotiyî, 'hej ji xwişka min bike û lê xwedî derkeve, êdî cihê vala yê ku bi çûyîna min di dilê te de vebûyî, pê wê dagire kurê meta min' ma tu neçûya min ê xwedî lê derneketa keçxal? ev çîroka min û te, çîroka tevahiya kurdistanê ye, gelek kes behsa vê trajediyê kirine lewma tu lazimî nîn e bo min, feza valahiyeke bêserûber e, tu kes ji binî vî barî ranebûne.

min wan rojan hemî pereyên xwe yên ku ji dema xwendekariyê ji min re mabûn, dabûn pirtûkên kurdî, te gotibû ez ê du hefte paşê werim û emê bi hev re xelas bikin, ez naxwazim ku zimanê min êdî di devê min de biterpile, min gotibû temam e nûjîna min, ma çi bûyê hemî kitêbên kurdî bibin sedeqeya serê te, lê qaşo em xwedîqewl bûn, te peyman xera kirin, qewlê min û te bêî silav û kilavekê xera bû, wêran bû. niha tu çi dikî li wan beyar û çiyayan? ma bi te ne sar e? bi min sar e û dema sar be bêriya te dikim û hîn pirtûkên te jî min germ nakin, tu zanî, hemî efinkî bûn, ez xwedîqewl im û tucar devê xwe nadim wan. heta ku tu werî û vî dilî cebar bikî..

bavê te hê jî vedixwe, xwedêgiravî soz dabû, 'soz soza mêrên berê' lê hîç fêde nekir, serê wi tim mest û gêj e lê divê xema te nebe canê, ji te pirr dûr e, ya rastî tu jê dûr î..

îşev bîst û pêncê avrêlê ye, ango dozdeh roj paşê ber bi amedê ve diherim, te jî têr ji wî bajarî nedît, qaşo temenê me têde biriziya lê çênebû, ji metropolê taa deriyê çiyê, hemî giş di bin çavdêriya te de bûn, te digot ma 7 sal ez ê li romanyayê bixwînim! hest sal kuro! hest sal serhad abê! ma ez ê çawa debar bikim? min hestîrên te paqij kirin û te dît ku yên ku diniqutin, diherikin ên min in..

du sal, hama bêje du sal xelas bûn lê bawer bike ev êşa çûyîna te hê jî mîna roja yekê ye. kîja bêmirad gotibû ku mariv ji bîr dike? derew e, vir e. ji wan bawer neke.

pîrê jî mir te ew nedîte, baş e te nedît. ji teqet ketibû, nema dikarîbû biştexiliya.

neyse li xwe miqate be, dibe ku bayê çiyayan xedar be, hay ji dûpişkan hebe.





25.04.2015 23:00 | ferhenga şikestî

3. (bnr: tevlihevkirina mijaran)

(bnr: rojnivîska spînoza)



08.03.2015 11:31 | ferhenga şikestî

1. ew rojnivîsk in ku tirşikvanên hêja tên di bin vê mijarê de dinivîsin..

ne her roj be jî, car carinan tirşikvanên hêja rojên xwe yên ku ecêb û seyr derbas bûne, dikarin di vir de binivîsin..



têbinî: min dil û nêt heye ku di hefteyekê de carekê bêm û serboriyên xwe yên ku hêjayî nivîsandinê ne binivîsim..



07.03.2015 22:48 ~22:49 | ferhenga şikestî