Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [serap sönmez] de;

6. Dîsa hat bîra min.
Kengî bêriya Xortanîya xwe bikim xwe diavêjim bextê dengê serapê.
Nexwe meriv bizewice jî nexwe meriv bibe xwedan zarok jî nexwe meriv bê dê û bav bimîne jî nexwe her çi dibe bibe yekem birîna xwe ji bîr nake.
Yekem Kêlîyên min ên eşqê ku bi çarlepkan diçû bi dengê serapê dorpêçkirî ye.
Tê dît car dibe ew bêrî û hesret di devê te de dibe kulmek girî lê nikarî daqurtînî, di gewriyê te de asê dibe, êş nayê daqurtandin tu jî xweziyên xwe daqurtînî.
Van rojan dîsa gamêş li ser dilê min rûniştiye.
Serap ew Xwê ye ku di ser de direşîne.

Serap niza aniha çi dike çi nake û ez nizanim 'ew' çi dike û nake
Wek rênas jîyan gotî?

"tu kuxika cixareya min a ewilî yî
tu rondik vexwarina ewil a giriyê min î evînî yî
tu lîse ya emre min î

/(li paş hewşa mektebê heke tu werî bin wan daran

bi soz!
bi dengê xwe yê nuh qalind bûye
ez ê azan bidim navê te
lîse,
mekteba min çavên te)/

Û de ha tu li kû ma?



10.05.2020 21:44 ~21:45 | ferhenga şikestî

2. Dengê vê xanimê pirr xweş e. Di nava stranbêjên jin ên kurdan de herî zêde ji Dengê wê muteessîr dibim. Wexta guhdarî dikim purtên canê min radibin. Nizanim aniha bi çi karî re mijûl e, sax e, mirî ye, zewicîye yan na... Bi salan e tu dengekî jê nayê xwezî ne bi komekê bes bi tena serê xwe albumek derxista...
Dema qala muzîka kurdî û albûmên kurdî yên salên notî dibe ewilî dengê serap xanim tê bîra min. Ji bo min muzîka kurdî ya salên notî serap sönmez e



23.11.2019 02:35 ~02:36 | ferhenga şikestî