Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îlhamî ozer] de;

3. doh dema ji xewka şêrîn şiyar bûm û min çav li medyaya sosyal gerand, min seh kir ku behsa mirina şairekî kurd tê kirin, cara ewil tirsiyam, tavilê rojen barnas hat bîra min (ji ber ku emrê wî mezin e) mi go gelo?! paşê hîn bûm, ne ew e, şairekî din e..

ji we re rastiyê bêjim dema ku xebera mirina wî gihîşt min ew nas kire, yanê beriya mirina wî min nizanîbû ku di edebiyata kurdî de şairekî bi navê îlhamî özer jî heye..

cihê wî bihûşta rengîn be, bila cîranê celadetî be..

têbinî: mirina şair û nivîskaran min xemgîn dike, zanim hesteke qehbik e, xwe bi xwe dibêjim axirê ez ê êdî nema bikaribim helbestên wê/î yên nû bixwînim, çû nema tê, peyv û rist jê za nabin... falan..



26.03.2015 21:41 | ferhenga şikestî