Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [roja ku evîndar ji terîka xwe xilas dibe] de;

5. xwudê ji elegezê razî be ku bi saya serê wê em hîn bûn ku ev meseleya -hemî nivîskar û şairên mezin feyza xwe jê girtin/digirin- bi qasê barê kerekî hestan li ser pişta marivî bar dike meger obsesyone û karekî berredayî ye (û dîsa em bi vê termê ji cenaba wê hîn dibin ku eşq û evîn kar e)

seyr û balkêş e;yanê ew tiştê ku heyameke dirêj ez dîl girtibûm û nedihêlişt tevza laşê min bilebite meger nexweşiyeke erzan bûye! navê wê jî gelek bifors û karîzmatîk e yahû, di navberê de jî çend peyv û têgehên ku entelektuelîteya wan zêde ne lê bireşînim, da ku hebekî din jî hewadartir be, hem kî zane,belkî hetîketeke zanîstî jî lê bê zeliqandin û mariv bêtir jê bawer û ewle be, ji lew re em mirovên wehareng in ku her tiştî dizanin û li gor qaîdeya mantiqê tevdigerin,jan û êş di me re naçe oxlim!

bera lewcetî û avîbûna mijarê li hêlekê, ger min hej kiribe jî pirsgirêka min e, ger nehatibim hejêkirin jî dîsa pirsgrêka mezin a min e, hetanî ez li ber tav û roja wê nebim sî û sîtarakê, mijar jî pê ve eleqedar nîn e yanê eşq bo meşqê mişkule nîne giyanekam!

eşq û dilşahî, hevgiriyên carina çep carinan jî rast in, te dî, ew teknîka ku qezax pê tê honandin, tev û livên xemilandin û honandinê.. belkî jî dîlana newrozekê, çar gav pêşde, sê gav paşde..

ger ez paşpaşkî çûbûme û te hej ji min nekribe, ma xema min e laşê te? jixwe qet jî xema min nebûbû. bê ka azadî di kû dera vê meseleyê de ye? law ev eşq e! ne ji mejiyê xwe re, ji dilê xwe bipirse! dil azad e, hem jî azadiya ku di mejiyê te de qet hilnehatibû. azadî berdêl dixwaze ne berdil, berdêl di bariyerên mejiyî de bi çindikan paşde diçe..

hemî berjewendiyên şexsî di xaçerêya ku li dû lêpirsînên felsefeya hebûnê û pirsa çi îşê min li vir heye? li hemberê hestên bi vî rengî de xerq dibin, dixeniqin, difetisin, hama bêje bi giştî tu serwext nebûyî di wê kêliyê de. tu wisa dihesibînî ku ji te tirê te wateya jiyanê fêm kiriye lê belê dem û wext ne bi qasî te jîr û jêhatî ye, ew bi tenê li dû xwe dikişkişîne, dibe û hey dibe. û gav û kêliyek tê ku êdî veger tun ye; dema bêhna axa sar a mirinê tê li ber bêvilê te, têdigihîjî ku tu nabêjî, ew gav û kêlîîyên ku te pê pax nedikir û wek nexweşî bi nav dikir, bi tenê di rabirdûyê de mane û sedema bişirînê ye, tu bi tenê wan kêlîyan li kîsê xwe zêde kiriye û pê dikarî debara xwe ya jiyanê bikî. mirovên ku bi a dilê xwe dijîn, nikarin kezzeba xwe ya reş bikin di nava şûşeyekê re, yan jî qeyd û zêncîran navêjîn li ber..

yek ji wan kezzebreşî jî ez im!, en eyb ne jî fedî, belê min gelek hej kir û gelek jî hatim hejêkirin, carinan jî mi hejê nekir, carinan jî ez nehatim hejêkirin lê tim û daîm bi tenê kesekê hebû û ew jî niha bi tenê entrya vê mijarê ye axir..

ma poşman im? helbet naxêr! dîsa li min biqewime ez dê dîsa wisa bikim hakîme xanim.. dilê xwe ji bo jiyana xwe ya robotîk û zanîstî bişewitînin û hestên me/min jî nekin di nava labaratûwarekê re, hûnê şaş bimînin

a soxî; dinya boş û betal e*



26.03.2015 19:10 | ferhenga şikestî