Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di ser şevê re têm] de;

1. helbesteke xweş a osman mehmed e

mariv ji xwendinê têr nabe, ne ji bo rojekê an du,sê,çar, pênç....rojekê ye, bi emrekî e.

di lînka jêr de jî camêrekî dengxweş, vê helbestê xwendiye û gelek jî xweş xwendiye



gava kes li qeraxê şevê nema

ez ê lê bim

bi sirsirkên ku bêhtir li şevên kolan dizîn

û stêrkên ku bi mirina xwe nahisin...

ez ê lê bim

eynî li wê derê

ku kezî zuxirkî ne li wir û memik şahîk in

ji bo bêhêviya şekirîn

-ku ji ber xwîna heyamê ya tozgerên

li heft qurçikên dil melkes in

û toza li ser rû bi ezxulamtiya ba dixapînin-

gava kes li qeraxê şevê nema

ez ê lê bim

lomeyan neke ey ba bi serê sin

-ku baz û tavê li yek hêlînê dicivîne-

ez ê ji tefîna du dengên li kêleka rû bizabim

û xencera ku destê xwe ji gulê şûştiye:

ku agir e û ji zû ve li vir e

şeveke agirê daran

û esreke xweliya hestiyan...

tu nebêje

heke şev li xwe mikur nehat û negot:

bejna min ne tak rîhana li ber şekan e

û hew gidî gidyano...

ne wek berê ye mana min a li çol û beyar û kavilan

li nik havîn û dest û keviran.

kevanê keman û dizên evînê

aax, û jerg û dilê min du awir in, du kêl

û xwe li ava Bûnisrayê mehr kirine!..

û neke mitale tu ey tav

ku te dît kesek nîne li şevê

tu bizanî

bêyî piştiyê hawarê ez ê lê bim!

û ez ê li erbaneyê xim heta ku şev hebe

û derwêşê roniyê...

- bi erbaneya ku min ji destên wî girtiye...

(derwêş li hemû qudb û qesrên dil bû

û ronî ji evînên rûterikî re mexel hingî;

gava ew pevçûna hefsed aliyên dilekî fetisî

ji delavê birîna xencer û şûr dirijiya

û li xwîna di laş de -ya kokelên nû- dihate xezebê)

gava kes li qeraxê şevê nema

ez ê lê bim

tu were...



Here lînkê



03.04.2015 21:44 ~21:46 | ferhenga şikestî