Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çillek] de;

8. wê nifşên li dû me bi travmaya vê peyvê mezin nebin.
di dema me de gelek zêde dihat karanîn.
wexta em diçûn mêvandariyê em ji tirsa ku wê ji me re bêjin çillek em nediwêriyan xwe di ber xwarin û vexwarinan de xûz bikin.
di dema zaroktiya me de ji ber feqirî û tunebûnê û edetên kevnare yên kurdan, wexta zarokek diçû mala cîran an jî xizmekî xwe, xwedî malê çi bianiya zarokê mêvan jî ew dixwar û pirrî caran jî ji şerm û eyban nedikariya xwe zêde li ber xwarinan ve bike.
tê bîra min, ji ber vê têgehê her gav ji sofrê birçî radibûm, ez nediwêriyam tiştekî ji xwedî malê bixwazim, li ba me zarokê ku di mala xelkê de zÊde tişt dixwar jê re cîhda digotin çillek! me jî bi wî mejiyê zarokane digot qey eybeke pirr mezin e.
hêvî dikim ku ev edet di gundan de jî ji holê rabe û hemî zarok têra xwe karibin bixwin û vexwin. aniha wexta zarokekî/ê tê mala min ji bo şerm neke ez bixwe tişt didim ber wî/ê û riyê wê/î vedikim..



01.02.2017 15:42 ~15:43 | ferhenga şikestî