Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pirtûkên wergerandî yên kurmancî] de;

1. ew pirtûk in ku ji zimanên dî, bo kurdî hatine wergerandin..

werger ji bo zimanekî hewce û elzem e, ku ne ji wergeran be, mariv bi zimanê xwe nikare bigihîje cîhanê, di warê zanînê de problema me ya mezintirîn ew e ku em hemî pirtûkên hêja yên cîhanê bi zimanekî dî ên wekî tirkî, erebî, farisî û hwd.. dixwînin lewma jî mejiyê me yê ku hêzê dide kûrahiya zanînê bi zimanekî dî tê dagirtin..

lê belê problemeke dî li kar e. mesela min gelek caran xwe li ser xwendina pirtûkên wergerandî sor kir lê tucarî jî bi ser neketim, pirtûkên wergerandî nahêt fêmkirin, mariv hama dixwîne û nikare li ser kûrahiya pirtûkê serwext be.

gelek caran hevokên wergerandî li gora senteksa kurdî nahêt avakirin, resterast wergera peyvan tê kirin lewma jî mariv tênagihîje bê ka derdê kitêbê çi ye û çi nîn e..

yên vî karî xweştir dikin jî hene, ne kitêb be jî nivîskarê kurd ê çak alî gurdilî, wergerên textên li ser felsefeyê xweştir werdigerîne, mariv jê fêm dike



10.04.2015 22:53 ~22:56 | ferhenga şikestî