Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zanîngehên taybet] de;

2. di sala 2009'an de li zanîngeha dîjleyê min beşa edebiyata tirkî qezenç kiribû, heta ku ez ketim wê beşê malîk li min çûbû mîratê, ji ber ku hem matematîka min nîn bû, sifir bû hem jî nota min a dîplomayê gelek kêm bû, ji bo ku qezenç bikim divê kêm zêde min hemî pirsên sosyal çêkirana, û di 120 pirsan de min 108 net çêkiribû, gelek westiyabûm, ji jiyanê sar bûbûm..

rojekê min ji lîseyê hevalekî xwe dîtibû, necamêr gelek teral bû, mi go tu niha çi dikî? go niza li kîja bajarî beşa edebiyatê dixwînim ez şaş mabûm, mi go kîja zanîngeh? niha nayê bîra min lê zanîngeheke taybet bû, yanê bi pereya bavê xwe ketibû, bavê min feqîr bû lewma mi qûna xwe çirrandibû û niha ez û ew heman beşê dixwend.. gelek zora min çûbû gelek gelek..

ji wê rojê vir de ye ku îmana min ji xwendekarên zanîngeha taybet diçe



07.07.2015 00:16 | ferhenga şikestî