Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şevên havînê yên amedê] de;

7. (bnr: gotin amed, em jî hatin)

di van şevan de aramiyeke mişt hêvî heye, ne hewceyî hunerê ye jixwe. huner di dilê me de ye, tabe hevalên min giş maşallah entelektuel û xwenda û xemxurên vê çandê ne yanê em qal û behsa keçkên xweşik nakin kakagyan mijar tim tiştên wilo edebî û hunerî ne,yersen

ji bo ku tu ji çalakiyekê re bêjî hunerî, ma çima sazî an fermiyet lazim e? ne bawer im*



19.07.2015 01:19 | ferhenga şikestî

1. yên zanin jixwe zanin, yên nizanin baqê nîskan in, li amedê ji ber germahiyê mirov bi roj nikare derkeve derve, bajarîno heta êvarê li malê mexel dikeve, lê dema ku roj diçe ava li amedê jiyan dest pê dike..

du sal e ji vê çalakiyê dûr im dibêm qey netemam im.

bi rastî jî havînan şevên amedê pirr xweş dibe germahiya rojê bi bayekî hênik dişkê, ciwanên bajêr derdikevin derve û parqên bajêr tije dibin

di wan saetan de li terasa bajêr, deriyê çiyê û ofîsê dibe geşedana deng û bêhnan, deng li pejnê, bêhn li bêvilê dikeve belkî jî lewma rênas jiyan gotiye li amedê destê êvarî û havînî, jiyan; meqtenûs e...



15.07.2015 23:35 | ferhenga şikestî