Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [abdullah keskin] de;

14. li kurdistanÊ wexta ku mirovek serkeftî bibe neyarên wî jî zêde dibin. mînakek jê rexneyên li dijî keskîn e.
di îktîsadê de têgehek heye; 'arz-talep' te go erê?
pirr basîd e; di bazarê de (her çi be) talep çi be arz jî ew e.
îroj li kurdistana bakur pirtûkên kurdî nayêtin firotan, pirtûka herî serkeftî jî di nava deh salan de herî zêde du hezar yan tê firotan yan jî nayê. pirsgrêk ne çapkirina pirtûkên tirkî ye, pirsgirêk nexwendina pirtûkên kurdî ye.
di vir de tu qebheta keskîn nîn e, em bêjin ku keskîn hama pirtûkek tirkî jî çap nekir; dê çi bûya? dê nikaribûya debara xwe bike û hama çend sal ber xwe bida û dûra top biavêta (mînak weşanxaneya ronahî)

wek min li jor jî got li kurdistana bakur pirtûkên kurdî nayên xwendin.
nivîsandin, redaktekirin, çapkirin, belavkirin, bandrol hwd... giş masraf in, sebr û cehd in wilo hama tu bÊjî min kir û bû, nabe wisa.
di lîteratura kurdî de hew pirtûkên edebî hene, yên dî hama bêje qet tune ne, dîrok, zanîstî, çand, şano, spor, sînema, huner, muzîk, fikr û raman, ol û bawerî hwd... pirtûkên vî rengî di kurdî de nîn in, mixabin sed mixabin nîn in nîn in nîn in! ji loma em mecbur dîmînin û diherin pirtûkên wisa bi tirkî dixwîn, bi rêya tirkî em mejiyê xwe pêşve dibin, bi rêya tirkî em hînî dinyayê dibin loma mecburiyeteke bivênevê ye.
wexta avesta çap neke dê kî çap bike? iletişim? metis? timaş? everest? ew çap bikin baştir e qey? ji wan re edet e çi keskin re qebhet e?
dil dixwest li bakur hama pirtûkeke tirkî jî nehatiba frotan lê cihê mixabiniyê ye ji bo aniha û sî salên dî jî ne pêkan e.



22.05.2017 14:16 ~14:19 | ferhenga şikestî