Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [heval sînan] de;

3. Şev nîvê şevê dîsa ev stran hat bîra min.
Dîsa birînên bîranînên min xasma yên dersxane û zanîngehê ji qalikên xwe azad bûn. Bi qewlê Yilmaz Erdoğan yar'dan düştüm yaralarım yardan armağandı. Lê ez ji hevrezan ketim, birînên min ji bîranînên min in.
Sal 2009 lawikek dimeşe ber bi dersa xwe keçik tê dibêje ev nîv saet e li rawestgehê li benda te me, ne îroj her roj di vê saetê de lê tu hîç xuya nakî. Ji bo rastî tê bêm nîv saet beriya dersê têm li vir disekinim. Lawik bi fedîyokî dibêje ez ev mehek e di rawestgeha din de peya dibim. Ew 11 sal in ku ew rawestgeh ji bo lawikî dibe rawestgeha dilên şikestî.

Ev stran her gav wê rawestgehê tîne bîra min.



23.04.2020 01:10 | ferhenga şikestî

1. straneke kurdî ye lê ferqa vê stranê ew e ku zêde kes nizane..

ez 5 sal in vê stranê hama bêje her şev guhdarî dikim, û min ji tu kesî re qala vê stranê nekirye bi tenê min carekê li faceyê parve kiribû û dûre min rakiribû, nizanim straneke gelek ecêb û xweş e dema guh didim pirr ecêb dibim, depresyon, bîranîn, demên zaningehê, hevalên wenda, xweziyên min, melankolî, girîn hwd gelek tiştên dî wek fîlmeke ji hêşê min derbas dibin..

lê ji bo tirşik.netê ezê parve bikim hade gene iyisiniz*

ya rastî li tu deverê bi awayekî rêkûpêk qala stranê nehatiye kirin jixwe kê dibêje ne diyar e hew du deng hene û texmîn dikim ku yek jê delîla ye yê dî jî gerila argeş e...

dişibe muzîkeke klasîk gelek xweş e mariv pê mest dibe







06.11.2015 22:41 | ferhenga şikestî