Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [karl marx] de;

10. yek ji damezrînerê bîrdoza komunîzmê ye.. ew û hegel hevalê hev in dema ku marks das capîtalê dinivîse temenê wî têrê nake û digihîje dilovaniya xwedê*) das capîtal jixwe ji sê cîldan pêk tê cîlda yekem ji aliyê marks hatiye nivîsin lê herdu cîldên din ji aliyê hegelî ve hatiye nivîsîn an jî em bêjin hatiye temamkirin.. di tirkiye û kurdistanê de komunîstên me yên hêja û teral jixwe qet nexwendine di derbarê das capîtalê de gava ku şîroveyên xwe dikin an jî em bêjin gava ku toeriyên xwe rêz dikin bi pirranî bi devê kesê seyem û bi awayekî bi peyvên jiberkirî diaxifin herçî ne sucê wan e vê rewşa hanê jî ji ber rûxandinê kemalîzmê pêk hatiye ango bi gotina fikret başkaya mîstîfîkasyonekê mezin pêk hatiye lewma jî ne tenê şoreşger û çepgirên tirk her weha mihafazakar, rastgir, umetxwaz hemû bi nêrin û ramanên xwe ve ji bin bandora kemalîzmê rizgar nebûne mixabin jî kurdên me jî piçikek jî be di bin tesîrê de mane.. neyse karl marks bixwe teoriyek ava kiriye lê tu car di pratîkê de weka ku di teoriyê de xweş be xwe pratîze nekir ji ber ku dûrî xwezayê mirovan bûn her ku çû piçikek din rûxiya qaşo lenîn ramanên wî pratizê kir lê encam qe baş derneket li du wî stalîn hat di civîna komîtern ya sêyem de çend esasên enternasyonalîzmê ji ber berjewendiyên sovyetê guherand û dest avêt enternasyonala çarem di eniya rojhilatê de tirs û hov bû rastiya jiyanê kes êdî ji birayên xwe jî ewle û bawer nedibûn ji ber teoriyên komplo û taswiyeyê... gotinekê feylesofa tirkekî ya cemîl merîç heye ez ne şaş bim di kitabeke de digotin 'min das capîtalê girt destê xwe lê tenê min cîlda yekem xwend a rast min pirr tişt fêm nekir jixwe marksîstên me jî fêm nekirine' ango bi kurt û kurmancî kes wî fêm nekir lê ji ber fêmnekirinê bi milyonan însên hatin kuştin..



24.01.2014 15:35 | ferhenga şikestî