Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [the revenant] de;

1. navê fîlma ku bi derhêneriya alejandro gonzalez inarritu'yî di sala 2014'an de ket vîzyonê

serlehengê fîlmê leonardo dicaprio ye..



ez bawer dikim ku hê ji xeynî min kesek ji me temaşeyî vê fîlmê nekiriye an jî gelek kêm kes temaşe kirine loma ezê zêde spoiler nedim..

fîlmeke xweş bû di vê fîlmê de leonardo ango bi navê wî yê fîlmê hugh glass nêçîrvanê heywanan e ku bi seydê kurkên stûr û kêrhatî yên heywanan digire û bazirganiya kurkan dike, lê di êrîşekê de koma wan a nêçîrê belav dibe, li pişt êrîşê jî jî hêla hirçekê birîndar dibe û hevalekî wî îxanetî wî dike û bingeha fîlmê jî li ser vê bûyerê ava dibe falan fîlan..

bo tirkî wek diriliş hatiye wergerandin ango vejîn



05.01.2016 19:14 | ferhenga şikestî