Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [belgefîlmên kêrhatî û sûdemend] de;

11. (bnr: cosmos, serpêhatiya fezayekê)

ev belgefîlm ji 13 beşan pÊk tê. gelek gelek baş e. dikarim bêjim ku min du car temaşe kiribû û dikim ku careke dî temaşe bikim..

lîstikvanê serketî ya tirkan haluk bilginer bi dengê xwe dublaj kiriye..

ji roja ewil heya îro û bo siberojê jî têra xwe agahî û zanînan belav dikin.

neil degrasse tyson vê beglefîlmê pêşkeş dike

Here lînkê



10.01.2016 14:32 | ferhenga şikestî

10. (bnr: teoriya big bangê)

kalîteya vê belgefîlmê ne baş e, lê geriyam feqet min jê baştir peyda nekire, biborînin..





10.01.2016 14:27 | ferhenga şikestî

9. (bnr: çîroka hebûna gerstÊrkekÊ, dinya)

ev belgefîlm gelek serkeftî û baş e, pêşniyaza min e teqez temaşe bikin..





10.01.2016 14:25 | ferhenga şikestî


4. (bnr: leza roniyê)

ji beşekê pêk tê







09.01.2016 21:11 | ferhenga şikestî

3. (bnr: çêbûna dinyayê)

(bnr: sazbûna dinyayê)

ji 6 beşan pêk tê..

ji big bangê heya aniha qala heyamên çêbûna dinyayê di vê belgefîlmê de dikin

























09.01.2016 21:08 ~21:34 | ferhenga şikestî


1. ew mijar e ku nivîskarên tirşikê belgefîlmên ku darî kirine û bo zanînê hêjayî temaşekirnê dîtine di vir de dinivîsin..

ezê bi demê re belgefîlmên ku min demekî temaşe kirine û dikim, di vir de ligel lînka wan û li gorî beşa wan binivîsim...

not: bi giştî tirkî ne, ji lew kurdiya wan qet tune ye mixabin lê ji bela ku kurdiya wan nîn ne em nikarin dev ji hînbûnê berdin..

jixwe ji xeynî edebiyat û mûzikê beşên dî bi kurdî hama bêje qet tiştekî din peyda nabin loma bila kes xwe nexapîne, hemî zanînên me li ser zimanekî biyanî ava bûne,

çi qas zanînên me zêde bin em ewqas hêsantir dikarin li ser kurmancî biqulibînin û li kurdî zêde bikin..



09.01.2016 20:55 ~21:00 | ferhenga şikestî