Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [17.02.2016 teqîna bombeyî ya enqerê] de;

8. bobelat û bûyerên wilo mezin bi dil û hestan nayên nirxandin. ez hêvî dikim ku îslamîstên qûnbigû vê êrîşê pêk anîbin, ger ku kiryarên vê êrîşê ne ew bin an jî ew bin lê bes neyê sepandin wê ihale li ser ypg'yê bimîne. ne ku li ber mirinan dikevim û xwe diqehirînim, qet xema min nîn e lê ev êrîşa ha ne li gorî berjewendiyên kurdistanê ye. loma yên ji vÊ êrîşê kÊfxweş dibin; yan mêjîsist in ku ji rastiyÊn civatê dûr in û nikarin rasyonal bifikirin, yan jî xwe tatmîn dikin, bi hestên xwe dinirxînin.

demeke dirÊj e kurdistan li ser êgir e, hama bêje her roj bi dehan welatiyên me li ber guleyÊn dijminÊ me yÊ sondxwarî ji kîsÊ dêya xwe diçin, helbet em dişÊn ku heyfa mêrxas û jinxasÊn me were hilanîn ev yek gelek normal e lÊ piştî van êrîşÊn bi vî rengî çavÊn dijmin bêtir sor dibin û bajar û bajarokÊn me bÊtir wêran dikin û hejmara kuştiyÊn me ji hejmara kuştiyÊn wan sê çar qat zÊdetir dibin. tevî van pevçûnan jî em tu berkeftî bi dest naxin. piştî van agahiyÊn reel divÊ meriv bipirse çi ket destÊ me?

ji xalÊn erêniyÊ wÊdetir gelek encamên nÊyînî yÊn vÊ êrîşÊ hene

yek jÊ; dewleta tirko dixwest ku mudaxaleya rojavayî bike û destkeftiyÊn ypg û kurdan tÊk bibe, lÊ dewletÊn mezin Ên wek amerîka, rûsya û dewletên ku girêdayî natoyê ne, rÊ nedidan tirkiyÊ ji ber ku ew ypgyÊ wek rÊxistina terorî nedihesibandin. lÊ aniha ji roja ewil dest pÊ kirin û xwestin îhaleyê li ser ypgyÊ bihêlin û ji hemî cîhanÊ re bÊjin ku binêrin ypg di nava bajaran de çalakiya terorî dike, û mafê me heye em êrîşî wan bikin.. hÊ tu tişt ne diyar bû, serokên komarareş propagandaya xwe kirin û Êrîşê meşrû kirin..

ya dî di bakur de wÊ êrîşÊn dewletê zÊdetir be û hêdî hêdî na, bilezûbez bikevin bajarokÊn dî û kes nikaribe ji wan re bÊje kirt, ev yek ne tenÊ statuya kurdistanê bîst sal paşde dixe, di heman demÊ de aborî û xîmên civatê jî serobino dike, êdî tu hÊz û qiweta xelkÊ namîne..

ya dî her ku diçe rÊxistinÊn kurdistana bakur di çavÊ gel de reş dibe. ya herî xeter ev e ku êdî xelk piştgiriya xwe ji rÊxistinan vekÊşîne û bi stûxwarî pişta xwe bide vÊ dewletÊ..

wek encam: xwudÊ bike ku kiryarÊn vÊ ÊrîşÊ ne tevgereke ji tevgerÊn kurdan be



18.02.2016 23:27 ~23:30 | ferhenga şikestî