Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [17.04.2016 civîna nivîskarên tirşikê a li stenbolê] de;

123. ya rastî kesî ez jî dawet nekirim, lê ez çûm. di civînê de kes kesî venaxwîne civînê, di vir de mijar vedibe û kî bixwaze hatina xwe esseh dike û beşdarî civînê dibe. bi rÊya taybet kes tiştan nake.



18.04.2016 14:55 | ferhenga şikestî

111. gulêê xweş qala civînê kiriye, ji me re tiştekî nehêliştiye lê ez ê bi çend hevokên kurt ya dilê xwe bêjim...

ger bi giştî binirxînim hemî beşdarvanên civînê mirovên qenc û hêja bûn, giş xemxurên zimanê kurdî bûn, giş li ber xwe didan li ber pêla bişaftinê...



shorbevan zÊde neştexilî, ya rastî qet neştexilî, çend car min jê re pirsan pirsîn hew bersivên kurt dan û dîsa bêdeng ma, loma ez hebekî şok bûm ji lew di tirşikê de deqeyekê jî nasekine, tu pêl kîja mijarê bikî teqez navê wî jî di bin mijarê de xuya dibe, ger li gorî suhbeta xwe di vir de binivîsiya, yeqîn herî zê de sê heb entryên wî dê hebûna* xwudê jê razî gelek efendî bû û bi qasî ku min jê fêm kir dilê wî pirr paqij e û lawikekî qenc e, loma ezê êdî tevlî entryên wî nebim, êdî ew azad e dikare saçmalamîş bike*



gulêê wexta min dest bi qalkirina agahî û salixên derbarê tirşikê de kir, deftera xwe derxist û dest bi nivîsandinê kir, heya dawiya civînê pênûs û deftera wê ji dêst neket. xwudê jê razî be, bloga canikê gelek xweş e, min di civînê de jî jê re got biqasî xweşikbûn û dagirtîbûna bloga xwe bi tirşikê re jî eleqedar be dê gelek baş be, canikeke devliken û rûgeş e, qet kenê ji xwe texsîr nake, bila her bikene*



hozan serhad xortekî netebitî ye* ew jî mîna yên dî xwîngerm bû, têra xwe jî peyivî*



quşxanelî di destpêkê de xwe li min wek shorbevan be da nasîn, ango qerf û heneka xwe bi min kir* yekê baş bû, ger zêdetir binivîse baştir dibe



gêjê ya starrr! ev keçika ha çi qasî xebar dide rebbî!* qet nesekine, av sekinî lê ew nesekinî, di warê helbestê de em gelek ji hev cuda difirikin, ez û wê me piçek li ser helbestÊ ketin nîqaşê, nexasim li ser helbesta dawî ya selîm temo ya bi navê keştiya bayê. keçikeke qenc e û derûnnasa tirşikê ye, ger derûniya we têk çû berrê xwe badin vê keçkê*



gumgumok piçeke dereng hat civînê û jixwe zêde nepeyivî, camêr têra xwe henûn û dilnizm bû, li gorî dixuye têra xwe zana ye lê ji ber henûniya xwe zêde pê de naçe*



xeteraqirêj ev camêr jî piçek dereng hat civinê lê dûre devê wî vebû* yekê qeşeng e haa*



endezyar gelek ji gelektirîn dereng hat civînê û zû rabû ji civatê, wek hûn jî dizanin camêr bi eslê xwe mîna min zaza ye, min xwest pê re piçikek bi zazakî qise bikim lê min qet derfet nedît, xwezî dema wî vala bûya me yê zÊdetir hev nas bikira, gelek qeşeng e hay ji vî lawikî jî hebin*

dibêm qey ji ber ferqa zaravayê zêde nepeyivî, min jê re got tu bi min bi zazakî bipeyive ezÊ guhdarîya te bikem, lê ew nepeyivî min jî guhdarî nekir*



çiyayê mêrdîn felsefevanê civînê bû, jê rîca dikim, çi li ser felsefeyê hebîn bila were li ser beroşa tirşikê belav bike û agirê binê tirşikê gurtir bike, li van deran zêde naxuye lê têra xwe heye, di warê têgeh û pênasên felsefeyê de tirşik gelek qels e, ew camêr dikare valahiyekê dagire...



mijareke zelal a civînê tunebû, me qala her tiştî kir, ji ber kurtbûna demê min gelek gotinên xwe di dilê xwe de hişt û bawer im min serê wan êşand, loma min nexwast zêde serê wan biwerime..

çend mijarên sereke yên civînÊ:

formata tirşikê

rewşa zimanê kurdî

pêşvebirina zimên

girîngiya tirşikê û geşedana wî

çend nivîskarên tirşikÊ

li ser rewşa helbestê

qelsbûna helbestkarên jin ên wêjeya kurdî

di warê perwerdehiyê de rewşa kurdî

rewşa zimanên dî yên bindest ên cihanê

rewşa xirbe ya nivîskarên kurd

rola sosyal medyayê ya li ser nifşa nû

vesayre...



18.04.2016 00:48 ~00:52 | ferhenga şikestî

78. Hevalên ku dibêjin ez nikarim werim felan, ez egerên wan meraq dikim. Bila kerem bikin werin. Îroj heye sibehê tune ye



17.04.2016 14:12 | ferhenga şikestî

77. Shorbevan emê bibînin kî berx e kî beran e*

Her çend bi zarokan re eleqedar nebim jî bo xatirê tirşikê emê xwe xirab bikin*



17.04.2016 14:10 | ferhenga şikestî

70. Bila shorbevan teqez were! Ku ew neyê ez jî nayêm*



17.04.2016 12:34 | ferhenga şikestî

61. civîna ku ezê di saet 18:31'î de beşdar bim..

ma qicixî nîn e*



17.04.2016 00:42 | ferhenga şikestî

59. Ez ji bo ku karibim bigihîjim vê civînê û qedra ked û cehda gulêê bigirim ji nobeta xwe zû derketim, niha ber bi malê re diherim. ango min barek pereya nobetê bo civînê bi destê xwe yê çepê û hinekî jî yê rastêbdhehdgeyebd..

Neyse ezê sibehê di saet 17an de li cihê civînê bim. Ji kerema xwe re bo forsan û nola artistiya solîstan dereng nemînim...

Hdi optm by kips



16.04.2016 21:02 | ferhenga şikestî

57. di saet 17.30'an de, li leylak cafê ye..

not: ya ku cihê civînê diyar kiriye bila ji kerema xwe re adres jî binivîse baştir dibe, em mecbur nîn in hemî cafeyên taksîmê zanibin, te dît bavê me ne axa ye*



13.04.2016 21:00 ~21:01 | ferhenga şikestî

49. mala min li pendikê ye, serê sibehê ji nobetê derdikevim, ji kartalê derdikevim têm malê saet dibe 11, ger çar saet razêm û serê xwe bişom dibe 15, ji mala min heta taksimê saetek û nîv e, heta bigihîjim taksîme saet dibe 17..

ger saeta civînê 17 be ihtimal heye ku werim ji lew 18.30 pirr dereng e ma qey hûn vegera malê jî nahesibînin? ma wijdana we nîn e? roja dî dîsa diherim kar..

û tu bi xwudêkî devê deriyê medya kitabevî çi ye? navê cafeyeke xweşik wek navnîşan diyar bikin, ne hewce ye em mîna sûtan li ber deriyê dikana xelkê li benda hev bisekinin..



12.04.2016 19:04 | ferhenga şikestî

40. Ger cihê civînê û seata wê guncav bibe ezê bo başdarbûnê hewl bidim an na ne gengaz e..



08.04.2016 00:47 | ferhenga şikestî

36. rojeke beriya roja civînê, di nexweşxanê de nobeta min heye, dema ez li amedê bûm nobet nivîsandine kafirbaban, ez nikarim jî biguherînim, loma ezê nikaribim beşdar bibim,

bo yên beşdar dibin, serkeftin!



02.04.2016 15:25 | ferhenga şikestî

31. Belkî ez jî beşdar bim, nizanim xwudê xêr ke



26.03.2016 10:54 | ferhenga şikestî