Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qampanya ya jêbirina entryên xwe ser tirşikê] de;

3. qampanyaya ku wê neçe serî, ji vir meheke berê di ekşiyê de jî qampanyayeke bi vî rengî dest pê kiribû, ji kerema xwe re pîne nekin, hebekî orjînal bin. egerên nivîskarên ekşiyê têra xwe maqul bûn lê egerên nivîskarê ku dixwaze eynî tiştî di vir de jî bike, qet maqul nîn e..

ez dizanim gelek kes dixwazin vê ferhengê wek forumekê bi kar bînin û hêmî rêzîkên tirşikê binpê bikin, ev yek daxwazeke bêwijdanî ye, min ne qebul e, ya ku vê ferhengê li ser piyan dihêle û ferqekê dixe mecrayên dî yên medyaya sosyalê, rêzikên wê ne, ango format e..

dema format were binpêkirin û moderasyon dengê xwe jê re neke ezê dev jê berdim û herim faceyê, wêga çi ferqa li vir û faceya xopan dimîne?

di vir de bila li gorî formatê herkes karibe raman û nêrîn û zanîn û û û agahiyên xwe parve bike, da yên dî sûdê jê werbigirin, heta aniha jî peyamekê jî ji ber nêrîna xwe nehatiye jêbirin



03.04.2016 12:31 | ferhenga şikestî