Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [selim çürükkaya] de;

2. Min pirtûka vî camêrî ya bi navê Apo'nun ayetleri ji vir şeş sal berê xwendibû, wan rojan bandoreke gelek neyînî li ser min çêkiribû, hin tist hebûn û min timî daîm digot bi xwudê problemek heye lê tê vêşartin.

Wexta min dixwend jî min nedixwest bawer bikim, ne ji ber pakkirina apo lê bes ewqas berxwedan û têkoşîn min didan şermê.

Tiştên ku di kitêbên xwe de behs dike gelek trajîk in û demeke şûnde gelek tiştên ku behs dike apo bixwe îtiraf kiribû...

Bîranîneke dî jî heye; min ev kitêb dabû hevalekî xwe, hevalê min wexta pirtûkê dixwend diya wî jê re gotibû hele vê hevîrê bibe firinê, hevalê min jî pirtûkê datîne aliyekî û radibe diçe. Dêya wî pirtûkê dibîne û dibêje tobe tobe! Îja ayetên apo çi ye? Bi xwudê kurê min tam ji rêya heq derketiye û pirtûkê diperçiqîne, wexta hevalê min qal kir ji kena zikopişto bûm*

Kitêb hê jî bi awayekî parçekirî li cem min e, lê sax e meraq nekin



01.07.2016 12:55 ~12:57 | ferhenga şikestî