Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [omay pîl dewlet pîl] de;

1. Gotineke bi zazakî ye, bi kurmancî tê wateya 'xwudê mezin e dewlet mezin e'

Demekî li hêneyê (navçeya amedê) wexta dewlet bihata rexnekirin ev gotin ji hêla hin kesên ku ji dewletê bizdiyan dihat gotin.

Dewletê tirseke ewqas mezin di nava xelkê de veniştibû ku êdî gotinên bi vî rengî bûbû qalib û bo qeda û belayek neyê serê xelkê tim bi lêv dikirin.

Tê bîra min wexta min ji bavê xwe re qala dewletê dikir ji bo ku ez gotinên xwe bi dawî nekim vê gotinê ji min re digot ku ez hiş bim, tevî ku em li malê bi tenê bûn jî ditirsiya belkî dengê min û rexneyên min biçin ber guhê dewletê û tiştina bînin serê min.



29.07.2016 11:16 ~11:17 | ferhenga şikestî