Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ferqa biwêj û gotinên pêşiyan] de;

2. not: ji bela ku kurmancî hê baş standart nebûye dibe ku çend rewşên awarte hebin, lê bes bi giştî di hemî zimanan de ferqa wan heman in.



29.07.2016 11:47 | ferhenga şikestî

1. min bala xwe dayê di tirşikê de û di derûdora min de gelek kes ferqa ewana nizanin û carinan tevlihev dikin. loma min xwest di vÊ peyamê de rave bikim bê ka ferqa wan çi ne...



-gotinên pêşiyan bi giştî bi hevokî ne ango ji hevokan pêk tên lê biwêj bi lêkerekê raderê pêk tîne

- biwêjan rewşekê radigihînin lê gotinên pêşiyan rewşekê ranagihînin

-di gotinên pêşiyan de şîret û tewsiye heye lê di biwêjan de tune ye

-wateya gotinên pêşiyan rast in ango reel in lê wateya biwêjan mecazî ne

mînak:

-gotina kevirê havînê biavêje kadînê gotineke pêşiyan e, bala xwe bidin; ji hevokekê pêk hatiye, têde şîretek heye û wateya wê jî rast e



- gotina guh dirêjkirin biwêjek e, rewşekê radigihîne( dema mariv bi baldarî guhdarîya yekî dike, ev rewşek e) bi lêkera kirinê bûye rader, têde tu şîret nîn e û mecazî ye ji ber ku guh dirêj nabe, qest jê guhdan e..



29.07.2016 11:46 | ferhenga şikestî